المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Koma Orkêş a huner û folklora kurdî civînek li dar xist..

0 77

Piştî demekê ji rawestandina civînan ji sedema nexweşiya koronayê, koma Orkêş a huner û folklora kurdî ya bi ser yekitiya xwendevan û ciwanan ve ya şaxê Qamişlo, îro roja înê “4”ê pûşberê li ofîsa xwe civînek li dar xist, û ev yek bi amadebûna M,”Şikrî Abdulrehman ” berpirsê şaxê Qamişlo, û M,”Hêvî Delî “, berpirsa ofîsa çalakiyan, û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman..

 

Û herwiha di civînê de M,Şikrî Ebdelrehman berpirsê şaxê Qamişlo axifî derbarî çawa ku pêşketina kar û xebata Koma Orkêş di rojên pê de bi awayekî serkeftî di derbarî berdewamiya beşdarbûn û hazirbûna wan di hemû çalakî û ahingan de..

 

Û herwiha di civatê de hemû endamên beşdar nerîn û pêşinyarên xwe dan xuyakirin derbarê pêşketina karê Komê di yekitiyê de..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku koma Orkêş ya huner û folklora kurdî bi sê beşên xwe yên sereke pêk tê ( Stran, Şano, Dîlan), û herwiha di dibistaneke hunerî û kurdayetî li ser rêbaza Barzanî kar û xebata xwe ya hunerî li ser şanoyê dike bi gotina stranên netewayî û herwiha dîlanên folklorî .

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.