المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECÎHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ BEŞDARÎ DI ŞÎNA Ş-RÊZGAR HUSÊN DE KIR

0 96

Şandek ji encûmena xwecîhî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, di roja sêşemê 6.7.2021ê de, danê êvarî beşdarî şîna Şehîdê pêşmergê Roj “Rêzgar Husên li bajarê Hesekê li taxa Til Hecer bûn.

 

Herwiha M.Umer Emo endamê xwecîhiya Bajarê Dirbêsiyê di bin kon de bi navê xwecîhiyê axaftinek kir.

Di destpêk de, sersaxî ji malbata pakrewn û heval û dostên wî re xwest, û piştre kar û xebata pêşmergan bi giştî bi awayekî bilind nirxand.

 

Û ji aliyekî din jî bavê Şehîd Rêzgar ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Şehîd Rêzgar kurê min ê mezin bû û temenê wî 20 salî bû, Ev şeş heyvê wî tevlî refê “Pêşmergên Roj “bibû, lê mixabin dema çeka xwe paqij dike fîşekek bi şaşî bi wî ve diteqe û şehîd dikeve”.

 

Herwiha bavê pakrewan Rêzgar di dawiya axaftina xwe de got:

“Ez spasiya we dikim li ser beşdar bûna we di bin konê Şîna Ş-Rêzgar, ji ber ku dema ez dost û hevalên wî dibînim ez gelekî kêfxweş dibim û bêhna min pir fire dibe”.

 

Wek tê zanîn, Pêşmergê Rizgar Husên sji rêzên alaya yazdehan, ku roja duşemê 5.7.2021ê de, şeveqê çû ber dilovaniya XWEDÊ. Û li goristana bajarê Hesekê hat binaxkirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.