المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dadgeha Hewlêrê cizaya Bidarvekirinê ji Kujerê malbata Rojavayê kurdistanê re anî ..

0 56

Îro roja Çarşemê 11 -12-2019an

Dadgeha Tawanan a bajarê Hewlêrê cezayê bidarvekirinê bi ser kujerê her 5 kesê  malbata Rojavayê Kurdistanê de ku destpêka Cotmeha îsal li Gundê pîr reş  nêzîk Hewlêrê hatibûn kuştin, sepand.

Ferîdûn Kerîm Remezan  ku di destpêka Cotmehê de li gundê Pîr Reş ev tawan kiribû , ew bi xwe niştecihê Hewlêrê ye, roja 02.10.2019an hemû endamên malbateke pênc kesî kuştibûn ku ew malbat ji Rojavayê Kurdistanê bû û koçberî Herêma Kurdistanê bûbû.

Bikuj Ferîdon Kerîm piştî bûyerê di demeke kurt de ji aliyê hêzên ewlehî yên Kurdistanê ve hatibû girtin.

di vê bûyerê de Besam Resûl ku hostayê Kaşî ye û ji bajarê Dêrikê ye li gel hevjîna xwe Solîn Mihemed Nezîr û 3 zarokên wan ên bi navê Mihemedê 5 salî, Roşka ya 7 salî û Husên ê 11 salî, ji aliyê Ferîdon  ve hatibûn kuştin.

Ragihandina ENKSê

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.