المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Cade û Kolanên Qamişlo pêwîstiya wan bi sexbîrkirinê heye ..

0 58

Rewşa xelkên bajarê Qamişlo roj bi roj ber bi zehmetbûnê ve diçe , taybetî Bi hatine demsala zivistanê û Barandina baranê ji sedema kêşeya neçaksazkirina riyan û cadan ,  li hin taxên bajêr, Mîna, Taxa Qenat Elswês û Cumayê, ku piraniya rê û kolanên wê neqîrkirîna, û tu guhdanî ji aliyê şaredariyê ve li wan nihatiye kirin .

û herwiha ev mijara bûye pirsgirêkek li gel xelkên taxan, û ji vê yekê welatî gazinan dikin , Û di vê derbarê de welatiyek ji taxa Qenat Elsiwês bi navê “Xalid Elî” ji malpera ENKS ê re, li ser mijara kêşeya riyan anî ziman û got : ” Kolanên me ne qîrkirîne û gelek riyên têkçûyî û kortik têde diyar dibin, û herwiha berdewam kir em zehmetkêşî û aloziyan ji vê yekê dibînin, û naxasim di demsala zivistanê de û di lehiyên avê de herî zêde dibe di kolanên me de û ev dibe cihê nerazîbûna welatiyan”.

Û herwiha ji rexekî dî ve, ajovanên Otombîlan jî ji sedema kêşeya riyên têkçûyî û kombûna avê di kolanan de, aloziyan dibînin û ji şaredariya bajarê Qamişlo dixwazin ku çareseriyekê ji bo çêkirina riyan re bibînin.

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.