المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MALBATEKE KURD KETIYE DI NAVA AGIRÊ KOMÊN ÇEKDAR Û HÊZÊN HIKÛMETA SÛRÎ , Û XANIYÊ WAN HATIYE TALANKIRIN …

0 71

Xelkên herêma Kurdistana Sûriye ji rêkeftina agirbestê ya navbera Tirkiya û Emerîka bê hêvî mane.

Ji ber ku ta niha ew komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,mal û milkên neşteciyên herêma Kurdistana Sûriye talandikin,wêrandikin û didizin û bi awayekî rêxistinî jî neşteciyên resen yên herêma bajarê Serê Kaniyê û gundewarê wê bi barkirin didin.

Li gorî şopandina nûçegehanê me di derbarê vê yekê de,malbatên Kurdî yên ji herêma Zirganê yê dikeve rojhilatî bajarê Serê Kaniyê,pir astengiyan dibînin ta mal û milkên xwe ji wê herêmê veguhezînin.

Di derbarê vê yekê de, welatiyekî penaber bi navê “Merwan Hido”

ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman :

“Ji destpêka êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve bi ser herêmên me ve em wek malbatek kurd bi tenê di nav pêkhatiyên Ereb de dijiyan, Em neçar bûn ku em derkevin ji mala xwe,lê em derketin bi tena xwe bêyî ku em firaxên xwe bi xwe re bînin”.

Her wiha Hido anî ziman û got: ”

me ku belkî piştî biryara agirbestê em karibin dîsa vegerin mala xwe, Lê mixabin me dît ku ti hêvî di vê biryara agirbestê de tune ye em pê bawer nakin”.

Her wiha Merwan Hido axaftina xwe berdewam kir ku em ji destpêka êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve em koçber bûne û em li cem mala apekî xwe li gundekî ji gundên bi ser bajarê Dirbêsiyê ve em bi cih bûne”.

Her wiha Hido anî ziman ku em neçar bûn ku bi çi awayî be em karibin hin ji firaxên xwe bînin, Tiştê herî zahmet em bi xwe nikarin bighên xaniyê xwe,

Ji ber ku xaniyê me dikeve rojhilatî gundê Me’işba nêzîkî 1.5km kîlomitrek û nîv û gundê Me’işba dibin destên komên çekdar yên bi ser Tirkiya ve,

Û Tiştê herî balkêş xaniyê me nêzîkî cihê ku artêşa Sûrî , ku nêzîkî 2km Dûr e “.

Bi kurtasî xaniyê me dikeve navbera hêzên komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve Û hêzên artêşa Sûriye”.

Ji ber vê yekê hin ji pêkhatiyên Ereb bi erebeyên xwe firaxên me guhestin bi dûrahiya (maweya)nêzîk 2km û me kirê jî nêzîkî 1000000 pereyê Sûriye jî da wan, Ji bilî ku piraniya alavên me hatine dizîn”.

Her wiha Hido anî ziman û got em niha bê hêvî mane ku rojek ji rojan em ê vegerin mala xwe….

Hêjaye gotinê ku xelkên herêmê wendane di navbera rêkeftinên di navbera hêzên ku li ser ruwê erdê yê nezelalin ta niha.


Li gorî zaniyariyan Tirkiya li hember çavên civaka navdewletî dibêje min herêmeke aram avakiriye,lê mixabin li gorî tê diyarkirin ew herêma ne herêmek aram e.Ji ber ku rojane kuştin,wêrankirin,revandin û diziya mal û milkên xelkên herêmê tên kirin li ser destên Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, Û civaka navdewletî bes bi gotinê vî karê Tirkiya şermezar dike.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.