المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 5emîn ser Şehîdbûna Pêşmerge “Remezan Hisê”..

0 77

Îro Roja sêşemê” 21 ê” Nîsana “2020” an, salvegera pêncemîn li ser şehîdbûna pêşmerge “Remadan Fêsel Hisî “, vê derbas dibe, ku di roja 21/4/2015 an de, di encama şerê dijwar di navbera Hêzên pêşmerge û rêxistina Terorîst ya Daîşê, û di wî şerî de şehîd Remadan canê xwe ji dest da û kir qurbanî ji bo parastina milet û sînorê xaka kurdistanê ji dijminan li devera Deşta Elmalih li gundê “Herdan ” li Herêma Kurdistanê.

Çend Zaniyarî ser Vî pqkrewanî :
_ pile: Pêşmerge
_Jidayikbûn : Sala 1996 an, Çil Axa , gundê “Xirab Bajar”

-li gel malbata xwe ji sala 2013 li Kampa Kewirgoskê li Herêma Kurdistanê dima._ Cihê şehîdbûnê : Deşta Malih 21/4/2015

Û herwiha ku Hêzên pêşmergeyên kurdistana Sûriyê yên leşkerê roj di “12 ê” Avdara “2020” an, hat damezirandin bi serpirştiya serok “Mesûd Barzanî ” û di bin alaya kurdistanê de û bi milê pêşmergên Herêmê re bi şeneziyeke mezin Berxwedaniya xwe dikin û herdem çekên wan ji bo dijmin û di rûbirûbûna rêxistinên Terorîst de rekiriye,

û ta roja weke îro bi dihan ji ciwanên kurd yên pêşmerge di şerê Daîşê û Heşda Şe’bî de, canên xwe kirina qurbanî di ber xaka pîroz de ya kurdistanê.

Û herwiha tê zanîn ku şehîd “Remezan Fêsel Hisê ” , ji dayîk bûna Sala “1996” an de, li gundê “Xirab Bajar” ya bi ser bajarê Çil Axa ve, şehîd “Remezan ” bi Iman û beweriyeke bi hêz tevlî Hêzên pêşmerge bû yên leşkerê roj,

û li gel hevalên xwe beşdarî şer û Cengê di bû li dijî rêxistinên Terorîst li Herêma Kurdistanê, lê di roja 21 /4/2015 an de canê xwe kire qurbanî û tevlî nava refên pakrewanên pêşmerge bû, û şehîd “Remezan Fêsel Hisê ” li kampa Kewirgoskê ya paneberên kurdistana Sûriyê bi axê hat spartin…

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.