المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇÎROKA MALBATEKE KURD JI KOÇBERÊN SERÊ KANIYÊ ..DESTÊ DAYIK Û ZAROKÊN WÊ JI HEV QUTKIRIN TA MIRINÊ..

0 108

Ji destpêka kirîza Sûriye,bi hezaran ji kes çarenivîsa wan ne diyar bû .

Her wiha bi hezarên malbatan perîşan bûne.
Bi taybet piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,bi ser herêmên Kurdistana Sûriye bi taybet malbatên Kurdî yên resen li ser xaka xwe bûn û hatin koçber kirin û her malbatek cûda bûye ji hev.

Di derbarê vê yekê,nûçegehanê me çîroka malbatekê ji koçberên Serê kaniyê ji nêzîk ve şopand û bi awayekî sererast diyarkir.

Di derbarê vê mijarê de,sermiyanê malbatê bi navê Sebrî Bavê Fexrî ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman :

” Ji destpêka şoreşa Sûriya û bi taybet dema Serê kaniyê kirîza yekem destpêkir xelkên wê koçber bûn , Em jî wek xelkê koçber bûn me û zarokên xwe me berê xwe da Bakurê Kurdistanê”.

Herwiha bavê Fexrî berdewam kir  û got:

” Piştî rewşa Serê Kaniyê zelal bû, ez û hevjina xwe em vegeriyan xaniyê xwe,lê zarokên min û zarokên xwe li Kurdistana bakur man , Ji ber ku ji xwe re kar dikirin li wê derê,lê birayekî min jî vegeriya xaniyê xwe”.

Herwiha bavê Fexrî,  got jî :

” Piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve bi ser bajarê Serê kaniyê,ez û birayê xwe koçber bûn, ber bi bajarê Hesekê , Lê xaniyê em têde bi cih bûbûn ne derî û ne pençere li ber hebûn”

“Ji ber serma zivistanî hevjina min û xweşka min nexweş ketin , piştî du mehan xweşka min çû ser dilovaniya XWEDÊ , Û hevjina min jî me wê ji nexweşxaneyekê vedighezt ji nexweşxaneyekê û rewşa wê roj bi roj xerabtir dibû , Min dixwest di riya qaçaxçiya re ez hevjina xwe derbasî Kurdistana bakur bikim ji bo zarokên xwe bibîne berî mirinekê û ji aliyekî din jî ta li Tirkiya îlac bibe”.

Herwiha bavê Fexrî anî ziman û got:

“Lê mixabin hevjina min ya bi navê Zibêda Emo di riya nexweşiyê re gihişt nexweşxaneya Tirkiya û zarokên wê hatin cem wê û wê dîtin nêzîka du Katijmêra,û zarokan di xwestin wê ji nexweşxaneyê bi dizî derxînin û wê bibin cem xwe ta bi awayekî azad wê bibin ser bijîşkan , Lê di wê demê de,polîsê Tirkiya bi wan hisiya û dayika wan ji nav destên zarokên wê derxistin û bi lez wê vegerandin Serê Kaniyê”.

Herwiha bavê Fexrî anî ziman û got:

“Lê mixabin hevjina min rewşa wê gelekî xerab dibû û em li cem keçek min bi cih bûne li gundewarê Dirbêsiyê , keça min jî koçber di rewşek pir xirab de dijî “.

Herwiha bavê Fexrî anî ziman û got:

“Lê mixabin hevjina min di roja înê 13.3.2020an de, danê sibê d
li gundê Xatûna yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, çû ber dilovaniya XWEDÊ û zarokên xwe nedît”.

Herwiha bavê Fexrî di dawiya gotina xwe de anî ziman û got:

“Em spasiya xelkên gundê Xatûna dikin û bi taybet spasiya Mamoste Elî Fetah dikin û D.Enter Sîno li ser alîkariya wan bi me re ji hemû aliyan de ji destpêka koçberbûna me de.

Ragihandin:ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.