المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nameya Serok Mesûd Barzanî di roja Helebçeya Şehîd de ..

0 201

Di salvegera 32 emîn, ya kumkujiya Helebçayê,Îro “16” Avdara “2020 ” an, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir, û di naveroka nameya xwe de wiha got : Kîmyabarankirina Helebçe berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû, ku dijmin ji bo çewsandin û nehêştinê di derbarê gelê Kurdistanê encam da, Bi sedema qurbanîdan û mezlûmiyeta Helebçayê şehîd, cîhan zêdetir êş û janên gelê Kurdistanê têgihişt. Û herwiha serok Barzanî di peyame xwe de berdewam kir :Kîmyabarankirina Helebçe birîneke kûr e li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û tu carî nayê jibîrkirin, mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike. Pêwîst ê êdî Hikûmeta Iraqê ve yekê piştguh nexe û qerebûya kîmyabaran û enfalkiriyan bike. Û herwiha Serok Barzanî di dawiya piyama xwe de got : Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Helebçe û hemû şehîdên rêya azadiyê..

Serok Mesûd Barzanî
16/3/2020

Leave A Reply

Your email address will not be published.