المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Qamişlo Rêjeya Baranê metirsî xiste nav welatiyan de ..

0 77

Di encama berdewambûna barandina baranê di van herdu rojên borî de ta Îro, metirsiyek gihiştiya welatiyan ,

ku rêja baranê bilind bûye û kolan û malên welatiyan av ketiye wan de , li piraniya taxên bajarê Qamişlo weku taxa Qidûrbek, Enteriyê, QenatElswês(Cûdî ) ,.

Û herwiha derbarî şhopandina me di vê mijarê de, welatiyek ji Taxa Cûdî, bi navê” Xalid Elî ” ji malpera ENKS ê re got ku Metirsiyek li cem welatiyan çêbûye ji ber rêja mezin ji baranê, û herwiha amaja bi wê yekê kir

ku taybetî yên ku xaniyê wan bi heriyê hatiye avakirin ku gelek ziyanên madî gihiştine malên wan ,  sedema lehiyên baranê û kombûna avê di kolanên wan  de , di van herdu rojan de,

û herwiha berdewam kir û got :

” ji rexekî dî ve ji sedema neçaksazkirina rê û kolanên me, em gelek alozî û zehmetkêşiyê ji vê yekê dibînin di zivistanê de , û em ji şaredariyê dixwazin ku çareseryekê bibîne ji çaksazkirina riyan re” ..


Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.