Home / Breaking news / Salvegera Heftemîn a şehîdbûna ”Mihemed Reşîd Ehmed“ ve derbas dibe

Salvegera Heftemîn a şehîdbûna ”Mihemed Reşîd Ehmed“ ve derbas dibe

Wek tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi navê ” Leşkerê Roj ” tên naskirin, di 12/3/2012an de bi serpirştiya Serok ” Mesûd Barzanî ” hatin damezrandin û li milê pêşmergeyên herêmê re şerên dijwar li dijî rêxistinên terorîst de beşdardibûn da ku milet û xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

Û hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj ji dema damezrandinê ta niha hejmarek mezin ji şehîd û birîndar danîne…

Û herwiha ku di roja 6ê Nîsana 2015an, pêşmerge “Mihemed Reşîd Ehmed ” di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst ya Dayîşê de canê xwe ji dest da..

Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” Mihemed Reşîd Ehmed”….

– Nav: Mihemed Reşîd.

– Pile: pêşmerge

– Ji dayîk bûnê: sala 1977 an li gundê Girê ya bi ser navçeya Dêrikê ve ..

– Dîroka şehîdbûnê: 9/4/2015 li Bendava Mûsilê.

Û hêjaye were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê leşkerê Roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzin di sengerên şer de dimînin …

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

 

About ferhad Şêxo

Check Also

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BEŞDARÎ MEREASÎMA 60 SALIYA DERBASBÛNA TEVLÊBÛNA SEROK MESÛD BARZANÎ NAV HÊZÊN PÊŞMERGE BIBÛ

Li ser vexwendina Dezgeha Sehniger û Pêşmerge ,di roja Înê 20.5.2022’an de, şandeke nûneratiya Herêma …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *