المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILAXA : ENCÛMENA GUNDÊ BATIRZAN YA BI SER XWECIHIYA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST

0 65

Di roja duşemê 21.12.2020an de,encûmena gundê Batirzanê ya bi ser xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ya Çilaxa ya bi ser ENKSê ve , bi beşdarbûna serokê xwecihiyê birêz Elî Ferso û serokê encûmena gund birêz Mehmûd Silêman civîna xwe ya asayî li darxistin.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa rêxistinî û tekez bû li Pabendbûna beşdarbûna civatan û li ser rewşa aborî û civakî û tenduristî jî hat gengeşekirin ya ku herêm di qonaxek hestiyar de têde derbas dibe.

Herwiha civat rawestiya li ser giringiya rola encûmenên gundan di vê qonaxa hestiyar de û li ser firebûna wê û divê jin rola xwe bilîze.

Herwiha Serokê xwecihiyê birêz Elî Ferso hemû bûyerên siyasî yên nû gengeşe kir û bi taybet bi awayekî berfire hat gengeşekirin li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de û rasteqîna ENKSê ji van danûsitendinan diyar kir ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya ji bo parastina mafê gelê kurd.

Herwiha civat rawestiya li ser serdan û hevdîtinên herî dawî ya Eniya Aştî û Azadî çi li herêma Kurdistana başûr û li Tirkiya , Û civat rawestiya li ser çalakiyên komîta pêwendiyên derve ya ENKSê.

Wek tê zanîn encûmena gundê Batirzanê bi ser şaxê Dêrna Axê ve ye, yek ji şaxên wê ye, ya ku bi ser encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ve ye, ya Çilaxa ye ya bi ser ENKSê ve.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.