المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILAXA : ENCÛMENA GUNDÊ ŞÊTIKA YA BI SER XWECIHIYA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

0 55

Di roja yekşemê 20.12.2020an de,encûmena gundê Şêtika ya bi ser xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ya Çilaxa ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li darxisti.

piştî rawestina xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir
serokê encûmena gund birêz Hisên Mehmûd bi xêr hatina beşdarbûyan kir û bi navê encûmena Gund spasiya endamên xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik kir li ser beşdarbûna wan di civata Gund de.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa rêxistinî û tekez bû li ser Pabendbûna beşdarbûna civatan û li ser rewşa aborî û civakî û tenduristî jî hat gengeşekirin ya ku herêm di qonaxek hestiyar de têde derbas dibe.

Herwiha civat rawestiya li ser giringiya rola encûmenên gundan di vê qonaxa hestiyar de.
Herwiha hemû bûyerên siyasî yên nû hatin gengeşe kirin û bi taybet bi awayekî berfire hat gengeşekirin li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Wek tê zanîn encûmena gundê Şêtîka bi ser şaxê Dêrna Axê ve ye, yek ji çar şaxên wê ye, ya ku bi ser encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ve, ya Çilaxa ye ya bi ser ENKSê ve.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.