المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVDÎTINEK DI NAVBERA PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA Û TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA ÇÊBÛ ..

0 78

Di roja duşemê 21.12.2020an de, hevdîtinek di navbera partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya û Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya li bajarê Qamişlo li navenda PYKSê hat li darxistin,

Û mijarnî giring hatin gengeşekirin.

Herwiha şanda TÇKSê bi serokatiya hevrêzê giştî yê TÇKSê mamoste Fêsel Yûsif û endamên ofîsa cîbicîkar

Ev şand hat pêşwazîkirin ji aliyê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya mamoste Silêman Oso û hin endamên ofîsa siyasî.

Herwiha her du alî bûyerên siyasî yên nû giftûgo kirin,û bi awayekî berfire li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de,

û tekez kirin li ser giringiya berdewamiya van danûsitendinan.

û bi dawîkirina wê bi encamên serkeftî ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdî û çareseriya hemû xalan li gorî berjewendiyên gelê Kurdê li Kurdistana Sûriya yê.

Herwiha her du alî rawestiyan li ser êrîşkirinên herî dawî li ser ofîsên encûmenên xwecihî û partiyên bi ser ENKSê ve.

Herwiha li ser rewşa ENKSê baş hat sekinandin û tekez kirin li ser pêdekariya wê ji ber ku dibînin ENKSê navnîşaneke neteweyî ye û divê parastina wê bibe.

Tekez kirin li ser giringiya van dîtinên hevbeş ji bo nêzîkirina di raman nerînan de.

Di heman demê de,tevgera Kurdî çalak e û li ser piya ye û  karê rasteqîne dike ji bo parastina mafê gelê kurd, Ji ber vê yekê dîtinên bi nirx û hevbeş li ser asta destayên bilind û hevbeş tên li darxistin


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.