المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : ŞANDEK JI ENCÛMENA XWECIHÎ SERDANA MAMOSTEYÊN KU HATIBÛN SERBEST BERDAN..

0 62

Îro di roja duşemê 25.1.2021ê de,şandek ji encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,bi serokatiya serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef û hejmarek ji endamên xwecihiyê, serdana mamosteyên ku hatibûn serbest berdan ji girtîgehên bi ser PYDê ve.

Herwiha her mamosteyekî bi kêfxweşî di mala xwe de, pêşwaziya şanda encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê kirin.
Herwiha şanda encûmenê jî, di derbarê perwerdê de,ji mamosta re, rol û piştgirtiya xwe diyar kirin ku xwendin divê bi zanistê û pênasiya cîhanê bê girêdan.

Herwiha hemû mamosteyan spasiya encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û ENKSê kirin di derbarê helwesta wan de,di dema hatibûn binçavkirin ji aliyê ewlehiyê bi ser PYDê ve.

Wek tê zanîn,ev mamosteyan di roja sêşemê 19.1.2021ê de,li bajarê Dirbêsiyê hatibûn girtin ji aliyê ewlehiya bi ser PYDê ve,û di roja şemiyê 23ê vê heyvê hatibûn serbest berdan ,Û hîn mamoste Nîzameddîn Elîko û mamoste Cîhad Elîko girtîne ne hatine serbest berdan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.