المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya rojavayî Hesekê civîna xwe ya asayî li darxist…

0 50

Encûmena xwecihî ya rojavayî Hesekê ya bi ser ENKS ê ve roja şemiyê “6” ê Hezêranê , civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman.

Û Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha di civînê de li ser mijarên rêxistinî û siyasî û aborî rawestiyan û gengeşekirin.

Û herwiha M, Xelef Emînakê di civînê de li ser asta siyasî rawestiya û têde behsa pêşheteyên dawî yên siyasî û naxasim derbarî mijara danûstandinên di nav bera ENKS ê û PYD ê de axifîn.
Û herwiha bi ferehî di civînê de li ser hevdîtinên di navbera herdû aliyan de encûmena niştîmanî ENKS ê û Partiya Yekîtiya Demoqiratîk PYD ê ji bo Yekrêzî û yek helwesta kurdî , ku gevên siyasî baş û erênî baş hatine avêtin û dibe ku rê li ber peymaneke leşkerî û rêveberî jî veke.

Û herwiha ji rexekî dî ve cîgirê serokê Encûmenê M,”Ebdelrehman Reşîd “di civînê de axifî li ser berdewamiya karên xirab û binpêkirinên ku li Der heqê miletê Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Sipî de tên kirin ji aliyê komên çekdar ve yên bi piştgirtiya Tirkiyê ve.

Û Di civatê de M,”Hejar Emîn” cîgirê serokê Encûmenê ser rewşa aborî û bûhabûnê axifî û ser daketina lêreya Sûrî li bemberî dolarê Amerîkî û rewşa zehmet ya ku milet têde derbas dibê.

Û herwiha M, “Hemîda Ristim ” di civînê de diyarkir ku ev qonax banga yekîtî û Yekrêziyê dike di rûbirûbûna pirsgirêkên Navxweyî û Herêmî û neteweyî de..
Û Di dawiyê de M,”Emînakê” spasiya endaman kir li ser karê wan..

Ragihandina ENKS ê

Raport : Hejar Emîn

Wergêr :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.