المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mesrûr Barzanî serdana navçeyên ku zîyan dîtine ji ber lehiyê

0 64

Serokwezîrê Herêma kurdistanê ” Mesrûr Barzanî ” roja Yekşemê 31ê Cotmehê , serdana şarê Zêrîn û gundê Korîyê yên li Hewlêrê kir ..

 

Û ev yek ji bo şopandina rewşa navçeyên ku zirar û ziyan gihiştina wan ji ber lehiya baranê ….

 

Û herwiha roja şemiyê 30ê Cotmeha 2021″an, piştî baranake zêde, li navend û çend navçeyên Hewlêrê ku di encamê de lehiyeke mezin rûda  û ziyaneke zêde ya madî li pey xwe hişt û herwiha lehiya asta avê li gelek cadeyan bilind bû û hatûçûna otombîlan hat rawestandin ..

 

Û ji rexekî dî ve navçeyên ku zirar gihiştiyê wan di bajarokê Zêrîn , Mela Omer, gundê Korî yên Hewlêrê ku av kete nava malan û zirar û ziyanên madî gihandin welatiyan û hejmarek ji otombîlan jî li ber lehiyê ketin …

 

Ragihandina ENKSê

Amedekirin : Hêvî Delî

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.