المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Biryara Yekkirina Cilûbergê Şagirtan li Herêma Kurdistanê Derçû …

0 83

Di biryareke nû de ji Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê, Cilûbergê Şagiran bûne yek şêwe  , û reng û coreyê wan jî  hatin destnîşan kirin ..

Ev biryar ku duho 1 Tîrmehê 2019an  derket ,û kopîyek kete destê me de , ku êmza Piştiwan Sadiq Wezîrê Perwerde li ser bû yê  , ku têde destnîşan kir şêwe û rengê cilan ji polê 1î Seretayî  heta 12 Amadeyî .

Ev biryar derket gorî endamek ji Perwerdeya Herêma Kurdistanê , jî bo Cil û bergê Şagirtên li seranserê Herêmê bibe yek û Şagirt û xwendevan ji Cilê wan werin nas kirin .

Mamoste Xalid Murad  ku li kampa Kewirgoskê dimîne ev biryar bi dilxweş pêşwazî kir û got : ” ev pir başe û dikeve di xizmeta perwredeyê de , lê em ta niha nizanin ka wê ev biryar  li ser me (Dibistanê Penaberan) wê cêbecê bibe yan na ..!! Lê dimîne biryareke başe “.

 

Gorî vê biryarê pêwîste Cilê Şagirtan wiha bin :

1- ji bo Zarokê Bexçê safa

Ji keçan kirasê pemba û pantolê Risasî .

Ji Kuran kirasê (Qemîs) Şîn û pantolê Risasî

2-  ji bo Qunaxa Amadeyî polê 10 û 11 û 12 Wêjeyî û Zanistî û Islamî Û Pêşeyî

Keç Çepûn yan Pantolê Reş û Kirasê Spî

Kur Pantolê Reş û Kirasê Spî

3- ji bo Qunaxa Navendî ango polê 7 û 8 û 9

Keç Çepûn yan Pantolê Nîlî û Kirasê Spî

Kur  Pantolê Nîlî û Kirasê Spî

4- Cilê Qunaxa Seretayî Binyatî ji polê 1 ta 6

Keç Çepûn yan Pantolê Risasî û Kirasê Spî

Kur  Pantolê Risasî û Kirasê Spî.

 

Ragihandina ENKSê

Herêma Kurdistanê

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.