المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya bajarokê Girgê Legê, civîna xwe ya asayî li darxist..

0 86

roja yekşemê” 31″ ê cotmeha “2020 ” encûmena xwecihî ya bajarokê Girgê Legê, civîna xwe ya asayî li darxist, û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê M.Xelil Osman , û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman.

Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û piştre di derbarî naveroka vê civînê M,”Yasir Hacî “, nûnerê Tevgera Ciwanên Demoqiratî di encûmena xwecihiya Girgê Legê de, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Ku Îro civîna xwecihiyê ya asayî hate li darxistin, û têde li ser rewşa rêxistinî û siyasî baş rawestiyan û xalên giring têde hatin gengeşekirin derbarî pêşketina çawaniya karê xwecihiyê û çalakirina wê şîrovekirin” .

Û herwiha ji rexekî dî ve Birêz, “Hacî ” anî ziman ku di vê civatê de ser rewşa siyasî jî axifîn û pêşveçûn û bûyerên herî dawî yên siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê gotûbêj kirin.

Û Herwiha Birêz” Hacî ” got :

” Xwecihî rawestiya bi awayekî berfireh li ser danûstandinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de derbarî Yekrêzî û Yekhelwesta kurdî û giringiya berdewamiya danûstandinan ji bo gihiştina armanc û rêkeftineke giştî ji bo xizmeta gelê kurd li kurdistana Sûriyê.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.