المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bîranîna 15an ser koça dawî ya Seydayê Tîrêj li Hewlêrê bi rêve çû..

0 81

bi boneya salvegera 15an ser koça dawî ya helbestvanê Navdar ” Seydayê Tîrêj ”
û bi vexwendina Sentera D.Nûr-Elddîn zaza ya çandî û hunerî li Hewlêrê li  kampa Kewirgposkê  û bi beşdarbûna hejmarek ji akanciyên kampê  , birêz Xelîl Melek li ser jiyan û helbest û xebata Seydayê Tîrêj Axifî û got :
Seydayê Tîrêj sala 1932an ji dayik bûye li gundê Necmok nêzîkî bajarê Hisiça , navê wî yê rastî ” Mela Nayif Hiso ” ye , Qur’ana pîroz xwend li ser destê mela Ibrahim û Şerî’e û ol xwend , û xwendina xwe ya fermî li dibistanê Hukûmetê li Amûdê xwend , û dostanî û hevaltî da xort û gêncên komeleya Xoybûn û koma ciwanî kurd û Hevalê Seydayê Cegerxwîn bû û Osman Sebrî û Reşîd kurd û Yûsif Heresan , helbestê xwe bi rengê kilasîk nivîsand , û navekî mezin nav miletê kurd de belav bû  , bi ser jiyana wî ya nexweş lê ew karîbû ku êş û derdê miletê xwe bide xuyakirin di rêya helbest û hunera xwe , û gelek Hunermend ji helbestê wî kirine stran mîna ” Mihemed Şêxo , zubêr Salih , Xelîl Xemgîn , Se’îd Gabarî , Hisên Salih  ” û helbestên wî kelekî deng vedan û ketin ser zimanê milet de mîna ” Leyla Qasim , Ey Bilbilê Dilşلاadî , Kî me Ez”
û di roja Şemî 23ê meha Avdarê sala 2002an Helbestvan Seydayê Tîrêj giyanê xwe Sparte xwedê , û li gor hêviya wî ew li Gundê Gir Keftar hate veşartin ..

Hewlêr

Raid Mihemed

Leave A Reply

Your email address will not be published.