Home / Nûçeyên Kurdistanî / Bi helkefta Cejna Newrozê Nûnertiya ENKSê li Ewropa pîrozbahiyê li gelê Kurd dike

Bi helkefta Cejna Newrozê Nûnertiya ENKSê li Ewropa pîrozbahiyê li gelê Kurd dike

 Gelê kurd li kurdistanê û li her cihekî heyî ahingê bi cejna Newroz dike, bi cejna netewî xwe ya netewî û dîrokî ya dikeve li 21’ê heyva adarê, ku di rojek weha de û bi hezarê salan gelê me yê mezin li dijî stem û zordarî û tepeseriyê derket, û her ji wê rojê û heta vê rojê gelê me berdewam e li ser xebat û tekoşîna xwe ya li pêxema azadî û yeksanî û şerefmendiyê, ku gelê me bi dirêjahiya dîroka xwe ya dirêj rastî gelek êş û azar û derdeseriyan bûye yên hatîn ji aliyê zordest û dagîrkaran bi armanca jinavbirina nasnameya gelê me ya netewî û dîrokî û cografî bi rêka siyasetên regezperistiyê û koçberkirinê û jinavbirina mohra netewî û qirkirin û cînosayîdkirinê heta gihişta radeya bikaranîna çekên qedexekirî û kêmyawî li dijî gelê me wek kêmiyabarankirina Helepçe û hin bajarokên din yên kurdistanê li başûr û rojhilat li ser destê dagîrkaran li dijî gelê me yê şerfmend û azadîxwaz .

Newroza îsal giringiyek taybet û awarte heye, hevdem ku bêhtir ji çend heyvan gelê kurd li kurdistana Sûriyê û tevgera wê ya siyasî bi nûnertiya ENKSê rastî êrîşek hovane ji aliyê PYDê û çekdarên wê dibe, yên radibin bi cêbicêkirin û sepandina ajendeyên herdu rijêmên dagîrkar ya Sûriyê û Îranê ji bo parçekirin û qetqetkirina gelê kurd û nemaze ku ev êrîş û zêdegavî li van rojan û bi taybetî li heyva adarê ber bi arasteyekî xirab diçin û zêdetir dibin yekser piştî daxistin û kilîtkirina dergehê sercem nivîsîngehên ENKSê û partî û rêxistinên wê yên lawan û jinê û teqandin û şewtandin û talankirina hin nivîsîngehên ENKSê li seraserî navçeya kurdî, hevdem ku nivîsîngeh û baregehên partiya Be’is û partiyên binav bereya niştimanî û pêşkeftinxwaz li heman navçeyan ji aliyê milîtanên PYDê tên parastin, zêdebarî ku PYDê berdewam e li ser zêdekirina piropagendeyên xwe li dijî ENKSê û sembolên netewî yên gelê kurd û çêkirina xwepêşandanan li dijî gelê kurd û li dijî pêşmerge, di dema cîhan tev dizane ku tenha bi tenê pêşmerge taka hêza leşkerî ye ya bergiriyê ji gelê kurd û serweriya wê dike, tevlî ku milîtanên PYDê berdewamin li ser kiryar û tawanên revandina çalakvan û siyasetmedar û mediyakaran û radibin bi talankirin û teqînan li dijî nivîsîngehan û şewtandina ala kurdistanê ya binerx û pîroz. Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî li Ewropa di dema ku pîrozbahiya gelê xwe bi cejna Newrozê dike, û herwiha cejna Serokê pêşmerge Mesûd Berzanî serokê Herêma kurdistanê pîroz dike û her bi helkeftê û roja berxwedanê ya li hember stem û diktatoriyê, ji revenda kurdî daxwaz dike wek wefaderiyekê bo şehîdên Newrozê û yên kurdistanê û şoreşa Sûriyê ku palpişt û piştevan bimînin ligel miletê meyê kurd yên xweragir li hindur Welat yê rastî hemû şêweyên tepeseriyê û zilm û zordariyê tê û kok û hebûna netewî ya kurd tê armanckirin û herwiha em daxwaza şermezar û riswakirina kiryarên kirêt yên PYDê û çekdarên wê li dijî gelê kurd û doza netewî dikin û daxwaza vegera pêşmerge bo welat dikin ji bo parastina gelê me û tevgera siyasî ya pêktê ji Encûmena kurdî ENKSê ya dijberê rijêma Behsa şofînizm û dijberî hemû hêzên terorîst û dijmin.

 

Bi vê helkefta herî mezin em wek nûnertiya ENKSê li Ewropa dubare şehîd û nemirên xwe li bîr tînin û serê rêz û newazişt ditewînin li ber bejna şehîdên kurd û kurdistanê û destpêkê ji şehîd Newroza 1986 an şehîd Silêman Adî û şehîdên Newroza 2008 li Qamişlo û şehîdên şoreşê Mişel Temo û Nisredîn Birhik û Zardeşt wanlî û Şêrzad û Ciwan Qotina û Mehmûd Walî û şehîdên din yên li pêxema rûxandina rijêma stemkar ya Bişar giyanê xwe jidest dan ji bo gelê kurd bi mafên xwe yê netewî û demokrasî şad bibe ligor pîver û piransîpên navdewletî.

Man û nemirî ji şehîdên Newrozê re

Bijî pêşmerge

Her berz û bilind be ala kurdistan

Bijî kurd

Bijî kurdistan

Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li

Ewropa

19/3/2017

About admin

Check Also

SEROKATIYA ZANÎNGEHA HELEBÊ YA AZAD AMADEBÛNA XWE JI BO VEKIRINA BEŞÊ ZIMANÊ KURDÎ RADIGIHÎNE.

Şandeyek ji kesên ku bi karûbarên giştî yên herêma Efrînê re eleqedar bûn, bi amadebûna …

Leave a Reply

Your email address will not be published.