المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Seydayê keleş Stêrkek ji Asmanê Welat ..

0 68

Stêrkek ji Asmanê welat 

Amadekirin : Mîdya Omer

Şah siwarê helbesta Kilasîk , rêhevalê xwediyê dahola mezin Seydayê Cegerxwînê nemir , helbestvanê mezin Mela Hisên Ehmed ku tê nasîn bi navê “Seydayê Keleş”
Seydayê keleş di sala 1930î jidayîk bûye li gûndê Bizgûrê ya Bakurê Kurdistanê û di 18/6/2007 koça dawî kir  li bajarê Qamişlo,ew ji malbateke hejar bû û sêwî xwedî bû ,  ku ew  bi xwe wiha dibêje : ( ez sêwî mam û kesekî min nebû hin mirovên min hebûn guh ne dane min sê sal qedîyan ez dîsa li ber dîwaran mam wê çaxê ez hinekî mezin bû bûm û min dest bi kar kir ez bûm şivanê gûndîyan,du birayê min û xûşkek hebû barê min di zaroktiya min de giran bû)
Seydayê Keleş tê nasîn bi nivîsandina helbesta Kilasîk û ji berhemên wî ev dîwanin:

(Em û Dijmin – Rêka Gel –
Derdê Milet – Ronahî – Xebat – Helbçe)
Û pirtûkek çap kir bin  navê (Gotin ên Bav û kalan) û bi dehan helbetên wî bûne stran û li seranserê kurdistana Sûrîyê tê nasîn mîna : (Miştaqê te me – Gerdena Nazik,….)
Her wiha Seydayê Keleş xwedî bejneke bilind bû di karê siyasî de ku ew ji destpêka xortaniya xwe de di tevgera siyasî a Kurdistana Sûrî kar kir û ku ew bi xwe endam bû di komîta navendî ya Partîya Wekhevî ya kurdî de…
Û ev jî helbestek ji helbestê nemir Seydaê Keleş

 

Gerdena nazik ji rîhanê ne de ber pencerê
Bejin û bala tey tenik tirsim belak jê re derê
Zilf û xalan tu veşêre ebrû çavan ber ne de
Nabî kes vana bi bînî û li wana bi nerê
Porê zer sor û dirêj qet min ne vêt ba lê bidin
Mîna şitla şox û şengê bejin û bala esmerê….

Leave A Reply

Your email address will not be published.