المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kurtejiyana pakrewan Ferhad Sebrî ..

0 124

 

Şehîd Ferhad Mihemed Sebrî, ku ji dayîk bûna sala” 1975 ” an, li Taxa Qenat Elswês ya bajarê Qamişlo, Şehîd Ferhad xwendina xwe ya seretayî li dibistanên Qamişlo bi dawî kir , û piştre xwendina xwe ya navendî di beşê bazirganiyê de bi dawî kir û bawername bi dest xist.

Şehîd Ferhad ji malbateke welatparêz û niştîmanperwer bû, di ciwaniya xwe de nava tevlî refên Partî bû û Kar û xebat di tevgera kurdî de dikir ,  ku beweriya wî bi dibistana rêbaza Barzanî hebû.

Û herwiha di” 12 ” Avdara “2004” an, di lîstika  footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê bi piştgirtiya rêjîma Be’s êrîşî bi ser welatiyên kurd yên alîgirên Tîma Cîhad kirin,

Û di encama wê êrîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi hezaran kes birîndarbûn û hatin binçavkirin , û bi dihan şehîd ketin.
Û di dema Şehîd Ferhad bi rol û Arkê xwe yê mirovatî dirabû di veguhastina Şehîd û birîndaran ji bo nexweşxaneyên Qamişlo, lê mixabin ji bo helwesta Ferhad û mêrxasiya wî ji aliyê rêjîma Ba’s ve hat girtin, û rastî Îşkenceyê hat kirin di zindanên rêjîma sitimkar ya Esed ê û bo sedem ku Ferhad jiyana xwe ji dest bide û tevlî nava refên pakrewanên Serhildana 12 Adarê (Serhildanan  Qamişlo)

bibe, û di roja “8” Nîsana  2004 an, li Goristana “Mehmeqeya” bi axê hat spartin .

Lê ev kiriyarên ku ji aliyê rêjîmê ve li derheqê kurdan nebû kelem li pêşiya berdewambûna Xebat û têkoşîna gelê kurd li kurdistana Sûriyê..

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.