المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Jina Kurdî ya Azad hin jinên çalak xelatkirin..

0 72

Îro roja îniyê 22ê avdarê 2019an Rêxistina jina kurdî ya azad çalakiyek xelatî li darxistin, bi pîrozbahiyê rola jinê di warê “kar û xebat û nîvisandin” de dixebitîn.
Lewra vê rêxistinê xwest van jinên ku bandora wan hebû di pêşxistina jinê de, û di avakirina “rêxistin û komelên” jinan ê di warê civaka sivîl kardikrin, û bingeh ji civaka sivîl re danîn wan xelat bikin .
Ji wan jinê ku hatin xelatkirin

-Yusra Zibêr berpirsiyara Rêxistina Jina Kurdî Ya Azad.
-Ariya Cûma serkirdeya Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûrî.
-Heyat Qiço Rêvebera Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriya.
-Ezîza Ferho nîvîskar.
-Bêwar Ibrahîm nîvîskara roman.
-Xanim Hîbo Rêvebera Hevgirtina Jinên Kurd (Rodoz).
-Nisrîn Husên berpirsa Komela Aferîn ya Jinên Kurd .
Di vê derbarê de endama rêxistin jinên azad Çinar Hindo ji peyamnêrê me re got: ” Me xwest em van jinan xelat bikin ji bo rola wan di kar û xebat wan di ber kêşeyên jinan de”

Herwiha Ariya Cûma serkirdeya Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûrî ji peyamnêrê me re got: Em sipasiya Rêxistina Jina Kurdî ya Azad dikin li ser vê xelata pîroz
Ji ber ku jinên kurd hêjane bên xelatkirin ji ber ku bandora wan li ser civakê bi tevahî heye û li ser milê wê civak tê avakirin ew simbola jiyanê ye”.

Rapor: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS ê Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.