المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BAJAROKÊ TIL TEMIR Û GUNDEWARÊ WÊ Û HESEKÊ AV LI SER WAN TÊ QUTKIRIN.

0 86

BAJAROKÊ TIL TEMIR Û GUNDEWARÊ WÊ Û HESEKÊ AV LI SER WAN TÊ QUTKIRIN, ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî bi ser artêşa Tirkiyeyê.

Di derbarê vê mijarê de, endamê komîta navendî yê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye mamoste Behcet Şêxo, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:”Wek hûn dizanin bajarokê Til Temir û gundewarê wê û bajarê Hesekê, ava wan ya vexwarinê ji dezgeha (navend) gundê Elok bû ya nêzîkî Serê Kaniyê û ev gund jî ketiye bin destê komên Çekdar yên Sûriye yên bi ser Turkiya ve, û ev komên Çekdar ji dema ku Turkiya derbasî herêmê bûye û dagîr kiriye her ji demekê û demekê avê çend rojan qut dike, ji ber vê yekê bûyera kirîza qelsîkirna avê çêdibe li ser bajarokê me yê Til Temir û bajarê Hesekê”.

 

Herwiha Şêxo anî ziman û got:” Ji 14ê vê heyva 8an dîsa komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve, av qutkirin û bera hemû karkir û karmendên ku serpirştiyarî li ser navenda Elok dikirin, ji ber vê yekê bûyera kirîza avê çêbû ta ku av bicarekê li ser nêzî milyon mirovên ji nişteçiyan qutbû”.

 

Herwiha mamoste Behcet Şêxo got: “Nişteçiyên bajarokê Til Temir piştpêrastkirina wan li ser sêrîcên avê yên ku digerin, û ew jî têrî wan nake lê beşekî hindik ji daxwazên nişteçiyan bi cih tînin ji bo avê, bi taybet ku bajarokê Til Temir koçberên Serê kaniyê û gundewarê wê ye bakur lê bi cih bûne, û ev prosedûrê dibe di werzê havînî û kirîza belavbûna veyrûsa korona de ye ji ber vê yekê pêwîstî pir bi avê heye, û ev prosedûr û karê tê kirin dijî rêkeftin û zagonên navdewletî ye di derbarê şer û cengan de ya ku nabe sekinandin û lêdana hemû pêdîvî û dezgehên xizmetkariya jiyana sivîlên bê çek ya ku armanca jê tîbûn û birçîbûn û koçberî be”.

 

Herwiha mamoste Behcet Şêxo di dawiya axaftina xwe de, anî ziman û got:” Ji ber vê yekê, em bangeweziya hemû hêzên xwedî bandor di derbarê Sûriya de dikin, û bi taybet herdu welatên serpirştiyar Emrîka û Rûsiya û hemû rêxistinên navdewletî yên guncaw sererast zixt bikin li ser Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, ji bo rêdan û vegerandina hemû karkir û karmendên serpirştiyarên navenda Elok ji bo vekirina avê, û navenda Elok radestî aliyekî navdewletî bêleyan bibe, ji bo giritina avê dûbare ne be, û pirsgirêka avê têkeve ji derva berjewendî û armancên hêzên milmilanî û pêvçûn li ser xakê”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.