المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 6emîn li ser şehadeta pêşmergeyê qehreman “Murad Behrem Silêman”..

0 80

Roja înê “21” ê, Tabaxa “2020” an, salvegera şeşemîn li ser şehîdbûna pêşmergeyê qehreman “Murad Behrem Silêman ” ,ku di encama şerê rûbirûbûna rêxistina terorîstên Daîşê li herêma Kurdistanê, di roja” “21/8/2014” ji bo parastina xaka kurdistanê ji dijminan, pêşmerge “Murad Silêman “, canê xwe ji dest de li bendava Mûsilê li gundê Sehlec li herêma kurdistanê.

 

Û herwiha çend zaniyarî li ser vî pêşmergeyî:

– Pile: Pêşmerge

– Ji dayîk bûn: gundê Helêq, devera aliyan.

– Cihê şehîdbûnê: gundê Sehlec 21/8/2014 ..

 

Hêzên pêşmergeyên Kurdistana sûriyê yên leşkerê roj bi qehremanî û lehengiya xwe mil bi milê bi pêşmergeyên herêmê şerê tund di rûbirûbûna rêxistinên terorîst kirin û destanên dîrokî bi dest xistin .

 

 

 

 

Û herwiha tê zanîn ku şehîdê pêşmerge “Murad Silêman ” ku bi navê “Tîrêj” di hat naskirin , di sala “1993” li gundê” Helêq “devera aliyan ji dayîk bûye , û ji dema damezirandina Hêza leşkerê roj şehîd “Tîrêj ” bi bewerî û Iradayeke bi hêz tevlî nava refên pêşmerge bû yên leşkerê roj.

 

Û herwiha şehîd Tîrêj bi hevalên xwe re beşdarî şer dibû di rûbirûbûna tevgerên terorîst de ku miletê xwe ji dijminan biparêzên.

 

Û hêjaya were gotin ku Di roja” 21″ Tabaxa “2020” an, Pêşmerge “Murad Silêman “‘ şehîd ket li gundê “Sehlec” li herêma kurdistanê , û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û encûmena niştîmanî û partiyên siyasî û kes û karên wê şehîd Murad li gundê Helêq bi xakê hat spartin…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.