المجلس الوطني الكوردي في سوريا

xula Duyem ji ezmûnên pola” 12″ an dest pê kir

0 93

Îro roja yekşemê “22”ê, Tabaxa “2020” an, li seranserî sûriyê xula Duyem ji ezmûnên pola” 12″ an, bi hemû şaxên xwe yên wêjayî û zanistî destpê kirin, û li navendên cûda hatin pêşkêş kirin.

 

Û herwiha di derbarî vê mijarê de xwendevanekî ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman: Îro roja yekem bû ji ezmûnên xula duyem, ku ji demjimêr “8:00 destpê kir û bi awayekî baş derbas bû , û herwiha ev yek bi standina rêkarên xweparastinê û bi karanîna maskan ji bo rêgirtinê ji nexweşiya koronayê berî ku derbasî navendê bibin.

 

Û ji rexekî dî ve amaje pê kir ku li gorî biryara wezareta perwerde ragihandiye her xwendevanekî du madeya tenê dikare pêşkêş bike di xula duyem de ku di dema heftiyekê wê ezmûn berdewam bibin ji “22 ” ta “30”ê vê mehê wê bi dawî bibe , û herwiha berdewam kir ku ev ezmûn weku derfetekê ye de ku xwendekar bi karibin pileyên bilind bi dest bixên .

 

Û herwiha tê zanîn ku îsal hejmara pêşkêşkarên pola “12 “an , li seranserî sûriyê gihiştibû “210024” xwendekarî , ji wan 128867 xwendevanên şaxê zanistî bûn, û “81557 “yên şaxê wêjayî bûn , û herwiha li “1900” navendî ezmûnên xwe pêşkêş kirin.

 

Û di derbarî vê yekê ji bilî rewşa zehmet û aloziyên têdederbas dibûn îsal(10) xwendekar ji Qamişlo û Hesekê yê Kurdistana Sûrîyeyê astên herî bilind tomarkirin û pileyên serkeftî di ezmûnên xula Yekem de ya 2019 – 2020 , bi dest xistin….

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.