المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ARAMÎ KÊM BÛYE Û DIZÎ PIR BÛYE LI KURDISTANA SÛRIYA ..

0 77

 

Ji destpêka kirîza Sûriye aramî nema ye, Û şêwên Karê xerabiyê bi ser xelkên Sûriye bi kar tên anîn.

Bi taybet piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,li ser herêmên Kurdistana Sûriye karê diziyê li deverê pir bûye.
Li gorî şopandina nûçegehanê me di derbarê vê yekê de,li gelek deverên bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê dizî pir bûye , û bêtir diziya pez tê  kirîn.

Di derbarê vê yekê de, welatiyekî bi navê Omer bavê Ehmed ji gundewarê Dirbêsiyê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:

“Dizî li herêmên Kurdistana Sûriye pir bûye ji ber ku aramî lê nemaye bi taybet piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve bi ser herêmên Kurdistana Sûriye , Bi taybet diziya pez çêbûye wek li gundê Hilû yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve berî du mehan hemû bizin û mihên kalemêrekî xiristiyan bi navê kermo hatine dizîn”.
Her wiha bavê Ehmed anî ziman û got:

“li gelek gundan pez hatine dizîn wek li gundê Imçehva,kaviro,Avgîra û Qasimiyê ”

Her wiha bavê Ehmed anî ziman û got ev diz bi şêweyekî zordarî bi ser malbatan de digirin û diziya xwe dikin.

Her wiha bavê Ehmed anî ziman û got ev diziya ku çêdibe li herêmên Kurdistana Sûriye wek dema zeviyên me di wexta batoza de dişewitîn.

Ev tê wateya ku aramî li herêmên Kurdistana Sûriye nemaye, Ji ber ku dizî li deverên Kurdistana Sûriye tê bi kar anîn,û ti alî jî xwe nabîne berpirsiyar ji bo parastina mal û milkên xelkên herêmê.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.