المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena Xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo Civîna xwe ya Asayî lidarxist ..

0 75

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo, ya bi ser ENKSê , Îro roja Şemiyê, civîna xwe ya asayî li darxist.

û ev yek bi beşdarbûna M.Silêman Oso  endamê desteya serokatiyê ya ENKS ê, û herwiha bi hazirbûna endamên xwecihiyê,

Di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrwanên kurd û kurdistanê û serwerê wan barzaniyê nemir, piştre M,Şemdîn Nebî serokê xwecihiyê û hemû endaman bi xêr hatina mamoste Silêman Oso kirin li ser beşdarbûna wî di civatê de,

û  raporta meha mijdarê hat xwendin û şîrovekirin ji aliyê serokê xwecihiyê ve, û herwiha di civînê de M.Osa amaje li ser bûyerên nû yên siyasî kir, niştîmanî, kurdî, kurdistanê anîn ziman û herwiha pêşhateyên dawî li deverê û bi taybetî rewşa kurdan ku têde derbas dibin li kurdistana sûriyê bi giştî ,

û berdewam kir li ser belavkirina daxuyaniyên Encûmenê derbarî kiryarên ku li deverên kurdî tên kirin bi tundî ev yek şermezar kir, û ji rexekî dî ve berêz Osa  xalên girin û biryarên hatin standin di derbarî civîna ENKS ê li ser destpêşxeriya yekrêziya aliyên siyasî li kurdistana sûriyê û pêwîstiya careserkirina pirsgirêkên yê di navbera ENKS ê û Îtîlafê de li ser bingehên taybetmendiyên kurdî were danûstandin,

û herwiha axifî ser rola ENKS ê ji alîyê siyasî û rêxistinî ve, weku karên ofîsan û rewşa partiyên ENKS ê û berdewam kir ser amadekariyên we ji bo lidarxistina kongirê çaremîn yên ENKS ê hat gotûbêjkirin , û di dawiya civatê de Berêz “Oso” daxuyakirin pêşketina Ekta baş û Karê xwecihiyê derbarî vê rewşê ku têde derbas dibin û derfet da hemû endaman ku nêrîn û pirsên xwe bidine xuyakirin ji bo pêşketina Karê xwecihiyê..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.