المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENKSê li Qamişlo civîna xwe ya Asayî lidarxist ….

0 69

Îro roja Înê, Encûmena niştîmaniya kurdî li Sûriya civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li darxist,

û ev yek bi amadebûna M,”Siûd Mela” , serokê Encûmenê û herwiha bi hazirbûna endamên desteya serokatiyê ,û nûnerên partiyên siyasî yên Encûmenê û rêxistinên sivîl , û herwiha di vê derbarê de ,M,” Fesle Yûsif ” endama desteya serokatiya ENKS ê, li ser xalên giring di derbarî vê civînê de hatina gengeşekirin , ji malpera ENKSÊ re ragihand û anî ziman û got :

“Îro civîn me bi ferehî li ser rewşa kurdan û pêşhateyên herî dawî li kurdistana sûriyê bi giştî , û herwiha li ser rewşa karên xwecihîyên ENKS ê jî hate gotûbêjkirin , bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de û zehmetkêşiyên ku miletê kurd têde derbas dibe”.

, û herwiha berdewam kir li ser rewşa Serê kaniyê û Girê sipî piştî êrîşkirina Tirkiyê û çekdarên wê û karê xirab yê ku li der heqê bajarê kurdan de hatî kirin, Mîna, kuştin û wêranbûn û kocberî, Û herwiha ji rexekî dî ve Yûsif Berdewam kir, li ser têkilîyên wan bi welatên dervera re ji bo çareserkirina doza kurdî  û rola kurdan di pêşerojê de li kurdistana sûriyê, û herwiha axifî li ser hevdîtina di navbera ENKS ê û serokatiyên herêma kurdistanê re , Û di dawî de M,Fesla Yûsif, Tekezî kir li ser karê xwecihiyan ji bilî hemû astengiyan di vê qonaxa zehmet de , û ENKS ê bi giştî li ser Kar û xebata xwe di pirojeya Neteweyî li kurdistana sûriyê de berdewam e..

Ragihandina ENKSê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.