المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: YEKÎTÎ KURDISTANÎ BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN SEMÎNAREK LIDARXIST.

0 55

Di roja Îniyê 10.12.2021ê de, rêxistina Amûdê ya PYK-Sê bi boneya 73yemîn li ser ragihandina Roja Cîhanî ya mafên mirovan ji aliyê Komela giştî ya Neteweyên Yekbûyî vê di sala 1948 an, semînarek diyalokî li navenda xwe li bajarê Amûdê lidarxist.

Herwiha Semîner ji aliyê parêzer M.”Ibrahîm Ahmed”ve hat pêşkêş kirin, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî û herwiha kesayetiyên serbixwe û rewşenbîr.

Û piştre kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û pakrewanên Kurd û Kurdistanê .

Herwiha gotarbêj M.Ibrahîm Ahmed, bi awayekî zanistî û berfireh gotara xwe ravekir, û di derbarê wê de, lêkolîn bi awayekî serdest bûn bi zanistî rasteqîna mijarê hat pêşkêş kir.

Di wê de, wî behsa roja ragihandina Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan di 10ê Kanûna Pêşîn a sala 1948ê de kir û da zanîn ku 48 welatan dengên erê dane vê qanûnê û yên din jî li dijî wê derketin

Herwih M.Ibrahîm Ahmed, bal kişand ser xala yekem û ya herî girîng a mafên mirovan ku hemû mirov azad, wekhev û mafdar in û diyar kir ku sî maddeyên nepaşvegera qanûnê hene, wek qanûna şerefê, destwerdana keyfî û destwerdana li nefesê.

Herwiha di dawiyê de, bi pirs û pirsiyarên amadebûyan li ser prensîbên qanûnî yên mafên mirovan dewlemend bû ku ji aliyê parêzer Ibrahîm Ahmed ve, bi awayekî vekirî bersiva wan hat dayîn.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.