المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: SILÊMAN OSO SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR.

0 55

Di roja Îniyê 10.12.2021ê de, rêxistina Hesekê ya PYK-Sê bi boneya 73yemîn li ser ragihandina Roja Cîhanî ya mafên mirovan ji aliyê Komela giştî ya Neteweyên Yekbûyî vê, sala 1948 an, semînarek siyasî li hola Bengo li bajarê Hesekê lidarxist.

Herwiha Semîner ji aliyê parêzer M.”Silêman Oso”sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî û endamê destaya serokatiya ENKSê ve, hat bi rê ve birin, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî û herwiha kesayetiyên serbixwe û rewşenbîr.

Û piştre kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û pakrewanên Kurd Û Kurdistanê digel sirûda Ey Reqîb.

Piştre Oso di axaftina xwe de, behsa çend xalên herî girîng kir.

Oso rawestiya li ser Krîza Sûriyê, Komîteya Destûrî û helwesta kurdan (bi nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî) di danûstandinên Cinêvê de ji bo çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re,

Herwiha Oso Binpêkirinên komên çekdar li herêmên Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî anî ziman.

Û ji aliyekî din ve Oso, bahsa diyaloga Kurdî-Kurdî, hewlên têkbirina diyalogê û binpêkirinên çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat li dijî alîgir, û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ji revandinê heta şewitandina ofîsên Encûmenê û partiyên wê, ji bo lêpirsînên dubare yên malbatên Pêşmergeyên Roj kir.

Herwiha Oso helwesta ENKSê derbarê diyalogê bi rêjîmê re, û rola Rûsiya diyar kir , û tekezî li ser wê yekê kir ku ne mimkine diyalok bi rêjîmeke ku destên wê di xwîna gelê sûrî de ye, û her diyalog dê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bê li gor biryara 2254 .

Herwiha M.Silêma Oso, bi awayekî zelalmendî bahsa çalakiyên dîplomatîk ên Encûmenê, û beşdariya wê di nava şanda opozisyonê de li kêleka civînên Encûmena Giştî ya Netewên Yekbûyî, û hevdîtina bi dîplomatên pilebilind ên welatên têkildar bi kirîza Sûriyê re, û civînên dubare yên Encûmenê bi Rûsiya re , Amerîkiyan û welatên herêmê yên wek Tirkiyê û ew eksena sereke di wan hevdîtinan de binpêkirinên grûpên çekdar li Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî ne kir.

Di dawiyê de, semînar bi pirs û midaxeleyên amadebûyan dewlemend bû û ji aliyê M. Silêman Oso ve, bi dil û can bersiva wan hat dayîn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.