المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA YA BI SER ENKSÊ VE SEMÎNAREK LIDARXIST.

0 72

Di roja Îniyê 10.12.2021ê de, encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve encûmena Pakrewan (Ciwan Elqutna) bi boneya 73yemîn li ser ragihandina Roja Cîhanî ya mafên mirovan ji aliyê Komela giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve,sala 1948 an, di bin dirûşma (Em hemî mirov in… Em hemî wekhev in) semînarek diyalokî li navenda xwecihiyê li bajarê Dirbêsiyê lidarxist.

Herwiha Semîner ji aliyê parêzer M.”Mûsa Hina Îsa” hat pêşkêş kirin, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî û herwiha kesayetiyên serbixwe ,rewşenbîr û enedamên xwecihiyê û di nav de,endamên ofîsa jinê ya bi ser xwecihiyê ve.

Di destpêkê de,M.Elî Fetah,Cîgirê serokê xwecihiyê,bi xêrhatina hemû mêvanên beşdar û parêzer M.Mûsa Hina Îsa, kir. Û piştre kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê,pakrewanên Kurd Û Kurdistan û pakrewanên mafên mirovan yên Cîhanê.

Piştre parêzer M.Ekrem Şemo,parêzer M.Mûsa Hina Îsa, da nasîn ji beşdaran re.

Herwiha gotarbêj M.parêzer Mûsa Hina Îsa, bi awayekî zanistî û berfireh gotara xwe ravekir, û di derbarê wê de, lêkolîn bi awayekî serdest bûn bi zanistî rasteqîna mijarê hat pêşkêş kirin.

Herwiha M.Mûsa Hina Îsa,derbarê roja cîhanî ya mafên mirovan, di axaftina xwe de,diyar kir,ku hemû aliyên desthilat li cîhanê bi hêza çekan binpêkirinan dikin di derheqê mafên mirovan.

Ji aliyekî din ve,binpêkirinên di derheqê mafên jinê jî bi awayekî zelalmendî anî ziman.

Herwiha di semînarê de,hat diyar kirin hemû desthilat,û bi taybet hemû welatên xwedî hêz û yên imzekirine li pemana mafên mirovan ya ku hatiyê ragihandin ji aliyê Komela Giştî ya Neteweyên Yekbûyî,li gorî berjewendiyên xwe û hebûna xwe li ser desthilatê bimînin, tînin bi kar anîn.

Û ji aliyekî din ve,hat diyar kirin.ku gelê Sûrî,ji ber binpêkirinên di derheqên wan de,gihiştine ku daxwaziya xwe bi berî dema Şoreşa Sûrî dikin tevî ku binpêkirin berdewa berdewam bûn.

Piştre deriyê gengeşeyê vebû ku mijar dewlemendtir kir, ji aliyê hemû beşdarbûnan ji rewşenbîran û pisporan û ramiyariyan û kesayetên civakî, ji hemû pêkhateyên herêmê, ku tê de destwerdan û nîqaşên hêja hebûn da ku bigihîjin têgehek berfireh û hevbeş.

Herwiha di dawiyê de,M.Mûsa Hina Îsa,spasiya xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve,kir û kêfxweşiya xwe jî da diyar kirin ji hemû beşdaran re,li ser vê semînara bi nirx.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.