المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nafih Ebdella : Bavê Mizgîn ji ciwaniya xwe ve kesekî ji rêbaza Barzanî hez dikir û xwedî rol bû

0 74

Diho roja sêşemê” 29″, êlûna “2020”, termê xebatkar “Mihemed Emîn Ebas “, Bavê Mizgîn, endamê komîta navendî ya PDKS, bi rêya deriyê sêmalka gihişt e Kurdistana sûriyê , û ev yek bi beşdarbûna hejmarek mezin ji milet û partiyên Siyasî û kesayetên serbixwa û rêxistinên sivîl.

Û herwiha di vê derbarê de M,”Nafih Ebdellah “, endamê komîta navendî ya PDKS ê, ji malpera ENKS ê re bi giştî li ser xebata “Bavê Mizgîn ” axifî û anî ziman :

” Rastî nûçeya koçbarkirina xebatkar “Mihemed emîn Ebas ” endamê komîta navendî ya PDK-S ê, cihê xemgîniyê bû, ji ber ku” Bavê Mizgîn ” kesekî xwedî rol bû bi kar û xebata xwe di civaka siyasî ya kurdî de”.
Û herwiha “Ebdellah” berdewam kir,

:” ji ciwaniya xwe ve kesayetekî heskirî bû bi rêbaza Barzanî û di sala “1980 ” an de, tevlî partî bû û xebata xwe berdewam dikir ji bo miletê kurd bigihêje mafê xwe yên rewa”.

Û herwiha m Ebdella di dawîya axiftina xwe  de anî ziman :

 

” bi vê bûneya xemgîn, em sersaxiyê ji serkirdayetên partî û kes û kar û tevahiya malbata rahmetî re dixwazin, û hêvîdarin ji Yezdanê dilovan wî bi buhişta xwe ya rengîn şad bike”..

Û herwiha tê zanîn ku “25” êlûnê de, “Bavê Mizgîn ” rastî nexweşiyê bû, û  ji bo nexweşxaneya Azadî li parêzgeha Duhokê hate veguhastin ji bo çareseriyeke bijîşkî wegirê, lê ji ber giranbûna nexweşiya wê di “28” êlûnê, koça dawî kir..

Ronahiyek li ser Jiyana xebatkar M,”Bavê Mizgîn ” endamê komîta navendî ya PDKS ê :

– Ji dayîkbûna sala “1964 “, li gundê” Qastepan “, yê bi ser navçeya ÇilAxa, li Kurdistana sûriyê.

-xwendina xwe ya seretayî li gund xwend, û piştre berê xwe de bajarê Qamişlo de ku xwendina amadayî û navendî li wir bi dawî kir.

-di sala “1980” an de tevlî tevgera kurdî bû , û herwiha xebatkar Bavê Mizgîn, bi niştîmanperweriya xwe di hat naskirin û bi kar û xebata xwe ya netewayî de her berdewam bû ji bo doza mafê gelê kurd.

Û îro bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî û kesûkarên wî, li gundê Qastepan bi xakê hate spartin…

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.