المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ : PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI SÛRIYE SEMÎNAREK HEVPEYVÎNIYÊ LI DARXIST.

0 75

Di roja înê 18.9.2020an,de bi rêveberiya cîgerê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye mamoste Ebdilîlah Ocê semînarek hevpeyvîniyê li ofîsa partiya xwe li bajarê Amûdê li darxistin.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Ebdilîlah Ocê cîgerê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Ev ji çalakiyên ku di nav de, ofîsa rahênan û amedaiyê ya PYK-S pê radibe,armanca wê guhdarîkirina nerînên baldaran û girtina sûdê jê.

Ev jî ya ku rêxistina Amûdê ya PYK-S di 18.9.2020an de,semînarek hevpeyvîniyê li ofîsa PYK-S li darxistin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên rewşenbîr û yên pêwendiyên wan û baldariyê bi kar û  xebatê di siyasetê dikin”.
Herwiha Ocê got:

“Xalên vê semînarê ango tewerên wê ev bûn:

-Çawa hûn dinerin li van danûsitendinên yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de?
-Û çi pişrastiya ji bo serkeftina van danûsitendina ne?
-Û bi çi awayî wê hevbeşî bê bi karanîn dema ku ev danûsitandin bi serkevin?

Herwiha mamoste Ebdilîlah Ocê cîgerê sekretêrê PYK-S got jî”

:Beşdarbûyan bi axaftinên xwe yî cor bi cor û bi nirx semînar dewlemend kirin:”

Herwiha mamoste Ebdilîlah Ocê cîgerê sekretêrê PYK-S di dawiya axaftina xwe de,spasiya nûçegehanê me kir di derbarê şopandina van çalakiyên bi nirx.

Ragihandina ENKSê
Rapper:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.