المجلس الوطني الكوردي في سوريا

FÊSEL YÛSIF : TI HEVDÎTIN DI NAVBERA MIN Û CÊFRÎ DE NE HATIYE KIRIN Û EV NÛÇE NE RAST E..

0 89

Hin rûpelên fêsbûk nûçeyek ne rast li ser zimanê endamê desteya serokatiya ENKSê û hevrêzê giştî yê TÇKS mamoste Fêsel Yûsif belavkiribûn.

Di wê nûçeyê de,hatibû di derbarê ku mamoste Fêsel Yûsif bi şanderê Emrîkî re Cêms Cêfrî civiyabû.

Û hin mijar jî hatibûn gengeşekirin wek(rêveberiya herêmên Kurdî û derbasbûna lêşgerî roj bi çi awayî be)
Lê piştî peyamnêrê me bi mamoste Fêsel Yûsif re axivî li ser riya telefonê,mamoste Fêsel Yûsif  ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman
:”Ez Tekez dikim ku ev nûçe ne rast e û ti bingeh jê re tuneye ، Û ev ne nûçeya yekem e ku bi vî rengê ne rast li ser zimanê min tê weşandin li ser rûpelên fêsbûkê û hin malperan”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.