المجلس الوطني الكوردي في سوريا

8EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN MEHMÛD WALÎ DERBAS DIBE…

0 102

Her sal di 20 meha9 an de,li Kurdistana Sûriye li bajarê Serê Kaniyê salvegera koçkirina pakrewan Mehmûd Walî bavê Candî ji hêla encûmena xwecehî ya bajarê Serê kaniyê dihat vejandin.

Lê mixabin îsal hevalên Pakrewan Mahmûd Walî nikarîbûn serdana gora wî bikin , Ji ber Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,Serê Kaniyê dagîr kirine.

Lê pakrewan Mahmûd Walî,wê tim di bîranîna hevalên xwe de be, bi taybet hevalên wî yên ku baweriya xwe bi piroja neteweyî a Kurdî tînin.

 

Hêja ye gotinê ku pakrewan Mahmûd Walî ji kesayetên navdar Û Xwedî bandor bû ji destpêka şoreşa Sûriya ,

Herwiha pakrewan Mahmûd Walî kar di endamiya emendariya giştî de kir ya ENKSê,herwiha serokatiya tevgera ciwanên şoreşê dikir , Û endamê komîta herêmî ya partiya Azadî Kurdî bû.

Di hemû pêşandanan de dengê bavê Candî Bilind û  Zelalmend bû ji bo parastina mafê gelê kurd û hemû pêkhatiyên gelê Sûriye.

Wêneyên ji serdanên berê niha

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.