Home / Çalakî / Nexweşiya Korona li Kurdistana Sûriya zêde dibe û Pabendî di Asteke kêm de ye ..

Nexweşiya Korona li Kurdistana Sûriya zêde dibe û Pabendî di Asteke kêm de ye ..

Li Kurdistana sûriyê rêjeya pabendiyê bi rênimayên xweparastinê gelekî kêm e û û êdî xelk li pêşberî rewşeke metirsîdarin û herwiha ev yek tê wetaya ku rojane  hijmara tûşbûyan bi veyrûsa koronayê ber bi zêdebûnê ve diçe..

Û ji ber vê yekê biryara qedexeyê hatûçûnê ya Sînordar hate ragihandin ji bo dema “10 ” rojan, ku ji roja înê “30” ê,cotmehê destpê dike ta “8/11/2020″ wê berdewam dike.

Û herwiha li ser vê mijarê welatiyek ji bajarê Qamişlo derbarî belavbûna nexweşiya koronayê  ,ji malpera ENKS ê re daxuyakirin û anîn ziman:

” Ku di vê dema dawiyê de bi awayekî mezin hejmara pêketiyan bi nexweşiya koronayê zêde bûye û ev yek piştî rakirina qedexeyê û vekirina holên şahiyan û konên sersaxiyê ,

ev yek dibe sedemeke sereke ji belavbûna nexweşiyê û hêviya me her welatiyek maskan bi karbînin

û pabendî bi rêkarên xweparastinê bikin di çarçoveya rûbirûbûna nexweşiya koronayê û xwe dûrî kombûnan bikin li deverên giştî”.

Û herwiha ji rexekî dî welatekî dî ji Bajarê Qamişlo  ku ji Veyrûsa koronayê başbûye derbarî vê mijarê ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Ku hîn jî kes hene baweriyê bi hebûna nexweşiya koronayê nakin lê Veyrûsa koronayê rastiyeke pêwîste mirov li tendirûstiya xwe û malbat û derdora xwe miqate be û

nexasim li navçeyên me ku ev Veyrûs gihiştiye asteke metirsîdar û bandoreke neyînî li ser Jiyana welatiyan dike û di rewşeke aloz de derbas dibin ji kêmbûna derman û ev yek bê goman vedigere nexweparastina welatiyan ji bo rêkarên ji belavbûna nexweşiyê” .

* hin zaniyarî li ser rewş û hejmara pêketiyên bi koronayê li seranserî Sûriyê ev in :

Di derbarî hejmara tûşbûyan li navçeyên herêmên kurdî de li gorî hatî ragihandin ku amarên dawî,” 4164 ” kesî, ji wan” 115″ ji sedema nexweşiyê canê xwe ji dest dana û herwiha” 687″ başbûna

Û herwiha ji rexekî dî ve hejmara tûşbûyan bi nexweşiya koronayê li gorî wezareta saxlemiyê ya Sûriyê di “24” demjimêrên derbasbûyî de destnîşankirî ku hejmara wan gihiştiya “67 ” kesan, ji wan “33” başbûna û herwiha” 3″ kesan Jiyana xwe ji dest dane.

Û herwiha di vê derbarê de hejmara pêketiyên nû bi koronayê li navçeyên Sûriyê ev in :
_ 20 li Homsê
_ 6 li Tertûsê
_ 9 li Latiqiyê
_ 26 li Şamê û derdora wê .
_ 6 li Hemayê

Û bi vî awayî amarên dawî ta niha li navçeyên di bin desthilata Sûriyê de gihiştiya” 5528 ” kesî, ji wan” 1821″ başbûn, û “275” canê xwe ji dest dan.

Û herwiha li ser asta cîhanê û li gorî zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku ” 43″ milyon kes tûşî Veyrûsa koronayê ketine û ji wan “1,154,242 ” Jiyana xwe ji dest dana.

Û tê zanîn ku li bajarê Wuhan yên Çînê ev Veyrûs derket û piştre li hemû welatên cîhanê belav bû û bandor li ser Jiyanê kir bi Giştî kir .

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

About Raid Mihemed

Check Also

HERDÛ XWECIHIYÊN HESEKÊ SALVEGERA 42 YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETEWA KURD “MELA MISTEFA BARZANΔ VEJANDIN.

Di roja duşemê 1.3.2021ê de,bîranîna salvegera 42 yemin li ser koça dawî ya Barzaniyê nemir …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *