المجلس الوطني الكوردي في سوريا

kolan û cadeyên Qamişlo pêwistiya wan bi Çaksazkirinê heye …

0 57

Gilî û gazinên xelkên Qamişlo rojane zêde dibe ji sedema kêşeya neçaksazkirina hin rê û çadayên giştî û sereke yên bajêr …

 

Û herwiha ku hin taxên bajêr , mîna Taxa Qenat Elswês, Cumayê ku piraniya rê û kolanên wê ne qîr kirîne û ev yek dibe cihê gazinan di gel hemwelatiyan…

 

Û her di derbarê vê babatê de welatiyek ji malpera ENKSê re da xuya kirin û anî ziman: Ku ji çendî salan li taxa Cûmayê ya li bajarê Qamişlo niştecîh dibim û ta niha ti guhdanî ji aliyê şaredariyê ve li wan nihatiye kirin ku kolanên me neqîrkirîne û gelek riyên têkçûyî û kortik têde diyar dibin, û herwisa berdewam kir derbarê zehmetkêşî û aloziyên ji vê yekê dibînin û nexasim ku di demsala zivistanê de û di lehiyên avê de ku herî zêde dibe…

 

Û herwiha ji rexekî dî ve , ajovanên otombîlan jî ji sedema kêşeya têkçûna riyên teybet li ser riyên giştî aloziyan dibînin ku dibe sedema zêdebûna bûyerên tirafîkê û hêvî û daxwaziyê ji şaredariyê dikin ku çareserîkê ji bo çêkirina riyan re bibînin….

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.