المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Civîna yasayî ya xwecihiya rojhilata Qamişlo hate lidarxistin..

0 98

Îro roja çarşemê 31 Tîrmeha 2019 an de, Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

Û ev yek bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, ku têde Rewşa Rêxistinî û nûçeyên herî dawî û Karê ENKSÊ hatin axiftin û li ser rawestiyan,

piştî ku di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan berzaniyê nemir,

Pîştre raportên meha pûşberê hatin xwendin û şîrovekirin ji aliyê serokê xwecihiyê ve berêz “Şemdîn Nebî”, Û ji rexekî dî ve di civînê de” Nebî “, bi ferehî li ser rewşa siyasî axivî û bi taybetî li ser guhertinên siyasî li kurdistana sûriyê rawestiya,

Û xalên herî giring têde hatin behis kirin, li ser rewşa sûriyê bi giştî û taybetî rewşa kurdan di kurdistana sûriyê de û herwiha di vê derbarê de axivî li ser bûyerên herî nû û zehmetkêşiyê gelê me di kurdistana sûriyê de،

û ji rexekî dî ve li ser destpêşxeriya ferensî jî hat behis kirin ku di navbera (ENKS ê û PYD ê) de ye  .

Û di dawiya civînê de” Nebî” tekezî kir li ser giringî û rola ENKS ê di kurdistana sûriyê de de ku ji bilî hemû astengî û pirsgirêkên ku lê têne kirin, lê ew li ser Kar û xebata xwe berdewam e

Raport : Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.