المجلس الوطني الكوردي في سوريا

9EMÎN SALVEGERA BÎRANÎNA PAKREWAN NESREDÎN BIRHIK JI ALIYÊ PDKSÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ LI DOMÎZ HAT VEJANDIN..

0 74

Pakrewan Rûmeta Gela ne ..

Di roja duşemê22.2.2021ê de,salvegera  9emîn ser pakrewanbûna Serkirde Nesredîn Birhik derbas dibe.

Ji ber vê yekê li parêzgeha Duhokê li herêma Kurdistanê,ji ber metirsiyên veyrûsa korona bi awayekî kêm û ne berfire ji aliyê rêxistina Duhokê  û Rêxistina Domîz ê  yên PDKSê û saziya malbatên pakrewanên Pêşmergên Rojava,serdana malbata pakrewan Nesredîn Birhik li Domîz kirin.

Herwiha şand bi serokatiya mamoste Mihemed Elî Ibrahîm, endamê ofîsa siyasî yê PDKSê û berpirsiyarê rêxistina Domîz û mamosta Heyam Ebdirihman,endama komîta navendî ya PYKSê û berpirsiyara rêxistina Duhokê û mamoste Ebdulkerîm Mîranî berpirsiyarê saziya malbatên pakrewanên Pêşmergên rojava.

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek ji malbatên pakrewanên Pêşmergên rojava û hin ji hevalên encûmena herêmî yên rêxistina Duhokê û Domîz yaPDKSê.

Herwiha hemû hatin pêşwazîkirin ji aliyê malbata pakrewan Nesredîn Birhik ve.

Di destpêkê de,xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û pakrewan Nesredîn Birhik rawestiyan.

Her wiha hin axaftin jî hatin xwendin.

,gotina PDKSê ji aliyê M.Mihemed Elî Ibrahîm endamê ofîsa siyasî hat xwendin  ,

her wiha di destpêkê de,bixêr hatina mêvanan kir.

Herwiha mamoste Mihemed Elî Ibrahîm di gotina xwe de,tekez kir li ser rola pakrewan û bandorbûna wî di nava partiyê û hemû aliyan de.

Herwiha gotina saziya malbatên pakrewanên Pêşmergên Rojava ji aliyê mamoste Ebdulkerîm Mîranî hat xwendin.
Herwiha gotina wî di derbarê kar û xebata pakrewan de bû,û rol û bandora wî jî bi taybet li herêma wî diyarkir.

Herwiha ji aliyekî dî jî serbaz Xeyredîn Birhik yê Pêşmergên Roj, birayê pakrewan Nesredîn Birhik spasiya van şandan kir ser serdana wan û li ser wefadarî û bîranîn û xwedîderketina ji bo pakrewanan.

Herwiha di dawiyê de,du diyariyê bîranînê şandên serdanê radestî malbata pakrewan Nesredîn Birhik kirin.

9 sal in, serkirde Nesredîn Birhik şehîd bûye

.wek tê zanîn 22ê Sibata 2021ê, 9 sal li ser şehîdîdbûna Nesredîn Birhik, endamê Polîtbîroya Partiya Elpartî bû (Anha tevlî PDK-sê bûye) , derbas dibin, ku li navçeyeke navbera Girkê legê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê kesin nenas ve hatibû gulebarankirin.

Di roja Duşemê 13ê 2ê, 2012an de, şehîd Nesredîn Birhik ji aliyê grûpek nenas ve hate gulebarankirin, ji bo nexweşxaneya Nor ya Qamişlo hate veguhestin,

Lê ji ber giranbûna birînên wî ji bo nexweşxaneya Martînî ya Helebê hate veguhestin, tevî ku jê re çend neştergerî hatin kirin, lê ji ber birînên wî yên giran di 22/2/2012 jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Şehîd Nesredîn Birhik li gundê Kevrê Dena yê ser bi navçeya Çil Axa ya Dirêka Rojavayê Kurdistanê sala 1960î de ji dayîk bûye, xwendina xwe ya seretayî û navendî li Çil Axa xwend, û ya amedayî li bajarê Hesekê berdewam kir, û li Dêrezorê bawernameya peymangeha Pêşesazî beşê Elektirîkê bi dest xwe ve xist.

Di despêka ciwaniya xwe de, tevlî Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê El Partî bû, di gelek rêxistinan de beşdar kirin , û di Komîtên Partî de kar kiribû, ta ku 1998an de, bû Endamê Polîtbîroya Partî.

Bi dilpakî û dilsozî li ser rêbaza Barzaniyê nemir xizmeta doz û gelê xwe dikir, lewma rastî gelek astengî û rêgriyan dihat, di raperîna 2004an de hate binçavkirin,

herweha sala 2009an ji aliyê rêjîma Esed ve hate binçavkirin, lê ew yek bandor li ser vîn û xebat wî nekir.

Di 13ê Sibata 2012an de, ji aliyê kesin nenas ve hate gulebarankirin, û di 22 heman heyvê û salê de, Nesredîn Birhik bavê Ela şehîd bû, bi beşdariyeke mezin ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê li gundê xwe li Kevrê Dena bi xak hate spartin.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.