المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ BI NÛNERÊN RÊXISTINAN Û PARTIYÊN BI SER ENKSÊ VE YÊN DIRBÊSIYÊ CIVATEK AWARTE LI DARXIST.

0 104

Ji bo amedekirina çalakî û vejandina helkeftên heyva avdarê,encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,di roja sêşemê 23.2.2021ê de,civatek awarte bi nûnerên rêxistinan û partiyan li  bajarê Dirbêsiyê yên bi ser ENKSê ve li ofîsa xwecihiyê li bajarê Dirbêsiyê li darxist.

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Eşref El-mela û piştre li ser hin mijaran gengeşekirin.

Herwiha civat bi awayekî rêkûpêk li ser hin helkeftên heyva avdarê gengeşekirin, ji bo amedekirina çalakiyên heyva avdarê û bi çi awayî helkeftên wê bên vejandin.

Herwiha hemû beşdarbûyan nerînên xwe bi awayekî Zelalmendî li ser mijarên hatin gengeşekirin diyarkirin.

Di derbarê vê yekê jî de,hin birayar û pêşînyar hatin sitendin û civat bi awayekî serkeftî bidawî bû.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.