المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 9emîn ser Şehîdbûna Serkirde Nesredîn Birhik li gundê Kevrê dena hat vejandin..

0 89

Îro roja duşemê” 22″ ê Sibata 2021 an , demjimêr” 2 ê “,piştî nîvro , Partiya Demuqrata Kurdistan _Sûriya, salvegera” 9″ emîn li ser şehîd bûna Nesredîn Birhik, vejand bi seredana gora wî li gundê Kevrê dena, bi amadebûna hejmarek mezin ji xelkên deverê , û nûnerên Partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinan sivîl.

di Destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê wî hat rawestandin û fatiha li ser giyanê wî hat xwendin û gorzên gulan li ser gora wî hat danîn.

Û herwiha piştre gotina Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriya ji aliyê endama desteya seroketiya ENKS ê M,”Fesla Yûsif” ve hate xwendin.

Û herwiha gotina PDKS ê, ji aliyê endamê Ofîca Siyasî,û berpirsê rêxistina giştî ya partiya PDK-S ê M,”Ebdelkerîm Mihemed, ve hat pêşkêşkirin. .

Û herwiha gotina malbatê hate xwendin ji aliyê Birêz “Mihemed Şerîf Birhik ” û tê di gotina xwe de Spasiya hemû beşdaran kir û soz da ku li ser rêbaza Barzanî kar û xebata xwe berdewam bikin.

Û herwiha Di vê salvegerê de Komên Filklorî jî têde beşdarbûn koma ( Narîn- Zêwa – Helebça).

Û herwiha tê zanîn ku Şehîd Nesredîn Birhik ji dayîbûne sala “1960”an, li gundê Kevrê Dena yê bi ser navçeya ÇilAxa ve, û herwiha di ciwaniya xwe de tevlî nava refên Partî bû û kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî dikir di ber doza mafê gelê kurd li Kurdistana sûriyê.

Û herwiha di 13 ê Sibata 2012 an de, şehîd” Nesredîn Birhik” ji aliyê girûpek nenas ve hate gulebarankirin, û ji bo nexweşxaneya” Nûr” ya bajarê Qamişlo ve hate veguhestin, lê ji ber giranbûna birînên wî hat veguhestin ji bo nexweşxaneya Martînî ya parêzgeha Helebê, û rastî niştergiriyê hat kirin, lê di roja 22 ê heman Heyvê de, bavê Ela jiyana xwe ji dest da û şehîd bû, û li gundê Kevrê dena bi beşdarbûneke mezin ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinan û kesayetên siyasî û rewşenbîrî û neteweyî û kesûkarên wî bi axê hat spartin…

 

Ragihandina ENKS ê
Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.