المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI HESEKÊ OFÎSA JINÊ YA BI SER HERDÛ XWECIHIYAN VE ROJA CÎHANÎ YA JINÊ VEJANDIN.

0 70

Wek tê zanîn roja 8ê avdarê roja Cîhanî ya jinê ye , Ji ber vê yekê gelê kurd jî li seranserî Cîhanê vê rojê vedijîne.

Di roja duşemê 8.3.2021ê de, piştî danê nîvro ofîsa jinê ya bi ser herdu encûmenên xwecihî yên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve,li bajar Hesekê li lîstikgeha Bengo,Roja Cîhanî ya jinê vejandin.

Di destpêkê de bi navê herdû xwecihiyan bixêrhatina mêvanên  beşdar kirin û piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey reqîb rawestiyan.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan û ciwanan.

Herwiha gotina Emendariya giştî ya ENKSê ji aliyê mamosta Hemîda Ristim ve, hat xwendin.

Herwiha gotina wê jî di derbarê giringiya rola Jinê de bû di civakê de, û di hemû aliyên jiyanê de.

Herwiha helbestek ji aliyê helbestvan Yisra ve hat pêşkêş kirin di derbarê helkeftê de bû li ser rola jina Kurd di aliyê civakî û siyasî de.

Herwiha helbestek ji aliyê helbestvan Imran Mintiş ve hat pêşkêş kirin.

Herwiha komek ji sitranan hatin pêşkêş kirin ji aliyê hunermend Ferhan bavê Mîdya ve.

Herwiha di dawiya helkeftê de hin helbest û cûreyên ji dîlanên folklorê kurdî jî hatin pêşkêşkirin.

Herwiha pêşbirkek jî hat kirin bi awayekî pirs û bersiv hatin kirin  , Û yên bersiva rast dan hatin xilatkirin.

Herwiha lehingeyên kurd yên bajarê di lîstiga Karetê de hatin xilatkirin mîna(Şêrîn Osman,Robîn Osman û Aya Mahmûd)yên pileya 1 û 2 û 3 li ser asta komara Sûriya bi Ala Kurdî hatin xilatkirin.

Herwiha helkeft bi dîlanên kurdî yên filiklorî bi dawî bû.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah
.

Leave A Reply

Your email address will not be published.