المجلس الوطني الكوردي في سوريا

7emîn salvegera Revandina Behzad Dorsin Derbas dibe û çarenivîsa wî ne diyar e ..

0 80

Îro 7emîn salvegera revandina, endamê Ofîca siyasî ya PDKS, di roja 24/10/2012 an,li devera Dêrikê hate revandin.

Behzad Dorsin li bajarê Dêrikê 30/11/1964 an de, ji dayîk bû ,  wî li bajarê Dêrikê dibistana seretayî û amadayî xwend , Û herwiha di Sala “1980 ” an de beşdarî nava refên Partî bû , û di rêxistina xwendekariyê de li bajarê Dêrikê û piştre di rêxistina xwendekar li bajarê Hesekê de xebitî ,  Dorsin weku endamê komîteya Navendî ya Partî di kongerya 10emîn, a Partî ku di Gulana “2007” an de, hat li darxistin û têde hat hilbijartin,Ew piştre ji bo endamê Ofîca Siyasî ya Partiyê hate hilbijartin, û beşdarî konferansa Encûmena Niştîmanî ya kurdî, ku di “26/10/2011 ” nûnerê Partiyê û piştre jî endamê dezgeha rêveberî ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê, gelek helwestên Partî yên rêxistinî wergirtin. Û berpirsên mecilsa herêmî ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê li bajarê Dêrikê wergirt. Behzad Dorsin ji bo helwestên xwe di piştevaniya şoreşa Sûriyê û mafên rewa yên gelê kurd di xwenaskirina xwe de bi nav û deng bû, û herwiha di 24 /10 /2012  hate revandin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Amadekirin :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê.. Qamişl

Leave A Reply

Your email address will not be published.