Home / Nûçe / ARTÊŞA TIRKIYA Û KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER WÊ VE BIRYARA AGIRBESTÊ BINPÊK DIKIN ..

ARTÊŞA TIRKIYA Û KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER WÊ VE BIRYARA AGIRBESTÊ BINPÊK DIKIN ..

 

Li gorî zaniyariyan doh di roja pêncşemê 24.10.2019an de,li gundewarê rojavayê bajarê Til Temir li gundê Menacîr şerekî giran rûdabû di navbera hêzên HSD û komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve.

li gorî agahiyên taybet komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve wan di destpêkê de êrîşî hin gundên rojavayî Til Temir kiribûn , Ji bo metersînê têxin nav dilê xelkên herêmê ta xelk koçber bibin,ji bo mal û milkên xelkên bidizin û talan bikin .

Ev tê wateya ku xelkên herêmê yên koçber bûbûn ji ber komên tundraw yên bi ser Tirkiya ve,ji bo venegerin ser mal û milkên xwe.

Di derbarê vê yekê de welatiyekî ji wê herêmê ji peyamnêrê me re li ser riya telfonê axivî û anî ziman:

“Em bang dikin civata navdewletî bi erkên xwe rabin bi lez û êrîşa artêşa Tirkiya ya hovane û komên Çekdar yên tundraw yên bi ser wê ve li ser me vegerînin .ji ber ku piştî biryara agirbestê ya ku bi rêkeftinekê hatibû imzekirn di navbera Emrîkan û Turkey,lê îro Turkiya wê biryarê binpêk dike û milk û malê xelkê talan dike û xelkê jî direvînin “.

Hêja ye gotinê ku civata navdewletî pêwîste ku ew bi pirojeya herêma aram rabe û parastina wê herêmê bike ta aramîk rast diyar bibe ji bo xelkên herêma Kurdistana Sûriye bi awayekî azad û serbest jiyana xwe berdewam bikin.

Raport:Elî Fetah

About Raid Mihemed

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.