المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kurte jiyana Pêşewa Qazî Mihemed..

0 73

Pêşewa Qazî Mihemed serokomariya Kurdistanê ya ku di sala 1946an hat ragihandin li rojhilatê Kurdistanê, Mehabad paytexta wê bû.

Pêşewa Qazî Mihemed sala /1901/li bajarê Mehabadê ji dayîk buyay bavê wî dadwer Elî kurê Qasim kurê Mîrza Ehmed.
Pêşewa Qazî Mihemed yek ji kesayetiyên xuya bû di dîroka kurdî de û xwedî çandek berfireh bû, Ji xeynî Kurdî û Farisî, di zimanên Erebî, Fransî, Ingilîzî û Rûsî de jî şareza bû.
Herwiha pêşewa Qazî Mihemed tevlî partiya Xoybûnê bû, ku xebata wê hat ragihand di sala 1927an de bi alîkariya Îhsan Nûrî Başa ji Kurdistana bakûrê.
Di sala 1944an de rêxistinek kurdî bi navê “Komela Vejandina Kurdî” hat avakirin ku bû bingeh ji damezrandina Partî Demoqratî Kurdistanî – Îran ku pêşewa Qazî Mihemed yek ji damezrênerên wê bû.
Di 16/12/1945an li qada (Çarçira ) li Mehabadê de, di ahengek mezin de Pêşewa Qazî Mihemed veqetandina herêma Mûgiryan ji rêjîma Îranê ragihand û alên iranê ji dezgeh û dibistanên anîn xwarê û ala Kurdistanê hildan û bilindkirin .
Di 22/1/1946an damezrandina komara Kurdistanê bi serperiştiya partî demoqratî Kurdistanî û ji bilî hemû alozî û arîşeyên zahmet ve, bajarê Mehabadê bo paytexta komarê û di nava mezintirîn qad e ji qadayên komarê, pêşewa Qazî Mihammed hate hilbijartin ku bibe yekemîn serokomara dewletê , û di dîrokê de yakem car ala Kurdistanê bi destê pêşewa Qazî Mihamed hate berz û bilindkirin bi rengên xwe (Kesk, sipî, zer, sor).
Lê mixabin temenê komarê Kurdistanê ne gelekî dirêj bû, ji ber ku dewleta Îranê bi awayekî hovane êrîşî komarê kir bi piştevanîya Amerîka û Brîtanya.
Û di 31ê avdara 1947an pêşewa Qazî Mihemed û hin hevalên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.
Û herwiha berî ku were darvekirin pêşewa Qazî Mihammed wesyetek ji miletê Kurd re wisa got:

Ji hevûdu re dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û ji hevûdu re alîkar bin
Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin.
Neteweya kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din ti kêmasiyê wê nîne.

Neteweya kurd jî wek neteweyên din yên ji bin bindestî xelas bûne
Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin bindestî derkevin û azad bibin
Lê hûn li hemberî hevûdu zikreş nebin, xwe nefiroşin dijmin û tehemûlê hevûdu bikin…

Dijminên kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyan dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, dê bixwaze bi destê we, we bikuje.

 

Rapor :Hêvî Delî

Ragihandina ENKS…. Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.