المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊN WÊ BÎRANÎNA PAKREWANÊN 12Ê AVDARÊ BI VÊXISTINA MÛMAN VEJAND…

0 240

Di êvara 11ê avdara 2021ê de,encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ji bo wefadariya pakrewanên 12ê avdara 2004an bi vêxistina mûman ew bi bîranîn .

Di derbarê vê yekê de,mamoste Idrîs Şêx Xelef cîgerê serokê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Wek hûn dizanin îşev  salvegera 17emîn ya pakrewanên serhildana Qamişlo ye. Her sal  Şeva 11-12 ê avdarê li seranserî Cîhanê kurd vê Şevê ji bo wefadariya pakrewanên 12ê avdara 2004,an bi vêxistina mûman vedijînin”.

Herwiha Şêx Xelef jî got :

“Li gorî biryara ENKSê ji bo bîranîna roja pakrewanên 12ê avdarê li seranserî xwecihiyên bi ser ENKSê û Gelê kurd Mûm vêxistin  ,

Em jî wek encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve ,

Me jî bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî li navenda xwecihiyê li bajarê Dirbêsiyê Pakrewanên serhildana Qamişlo bi bîr tînin bi vêxistina mûman “.

Herwiha Şêx Xelef got jî:

“Wek tê zanîn me wek xwecihiyê vexwendinek giştî jî belavkiriye ji bo beşdarbûna gelê me yê herêmê sibe 12ê avdarê demjimêr 11ê beyanî li pêşiya ofîsa xwecihiyê li bajarê Dirbêsiyê ji bo vejandina Roja pakrewanan bi rengê rawestandina 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo.

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanan .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.