Home / Breaking news / DOMÎZ: ASTA YEKEM A FÊRKIRINA ZIMANÊ KURDÎ LI NIVÎSGEHA YEKÎTÎ KURDISTANÎ BI DAWÎ BÛ.

DOMÎZ: ASTA YEKEM A FÊRKIRINA ZIMANÊ KURDÎ LI NIVÎSGEHA YEKÎTÎ KURDISTANÎ BI DAWÎ BÛ.

Piştî berdewam kirina perwerda giran ku mehekê dom kir, li ofîsa Domîz a Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê, asta yekem a zimanê kurdî ji bo komek xwendekaran bi dawî bû.

Herwiha di çalakiyê de, ji bilî xwendekar û endamên rêxistina Yekîtî, endamên komîteya herêmî û şaxê ya Partiya Yekîtî, mamoste Mihemed Salih ku serpereştiya perwerdê dikir, amade bûn.

Herwiha endamê Komîteya Herêmî Mihemed Lalo pesna şagirt û mamoste da û bal kişand ser girîngiya fêrbûna zimanê zikmakî ji ber ku nasnameya neteweyî ya gelê kurd li hemû cîhanê ye û pişt re bawername ji xwendekaran belavkirin.

Herwiha jî mamoste spasiya xwendekaran û partiya Yekîtî kir ku derfeta hînkirina girûpeke nû ya perwerdekaran dane û diyar kir ku piştî bidawîhatina asta yekem,asta duyemîn ya heman girûpê di zûtirîn dem de dest pê bike.

Herwiha Şagirtan jî spasiya rêxistina Yekîtî ya li Domîzê û mamoste kir ku ji bo hînkirina zimanê kurdî hewl dane.

Hêjayî gotinê ye, ku rêxistina Domîz di van demên dawî de kursên hemşîretî, çanda giştî û zimanê kurdî li dar xist di çarçoveya planên rêxistinê de ji bo nûvekirina nifşên ciwan di her warî de.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.