المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVDÎTINEK DI NAVBERA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYA Û HÊZÊN CIVAKA SIVÎL YA KURDISTANÎ HAT LIDARXISTIN. 

0 124

Di roja Çarşemê 27.7. 2022an de, şandeke Hêzên civaka sivîl ya Kurdistanî serdana navenda Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûrî li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji: Birêz Ebdulsemed Mûsa, berdevkê fermî yê Hêzên civaka sivîl ya Kurdistanî.

-Endazyar Ala Hebo

-Mamoste Nayif Şêxî

-Mamosta Cinar Hindo li ser navê Rêxistina Jinên Azad

-Birêz Sed Mihemed li ser navê Aştiya Gelêrî û Mehmûd Cezîrî li ser lêvegera Omeriyan.. wek nûner Li ser rêxistinên xwe di hevrêziyên Rojavayê Kurdistanê de.Pêk dihat.

Herwiha şande ji aliyê Hevrêzê giştî yê tevgerê mamoste Fêysel Yûsif, endamên ofîsa cîbicîkar Welîd Ferman û Kazim Xelîfê û mamoste Ilyas Hemo,birêz Hisên Ebabekir û birêz Ebdulcebar nûnerên tevgerê di encûmenên xwecihî de yên bi ser ENKSê ve hatin pêşwazîkirin.

Herwiha hevdîtin di çarçoweya îmkana pêşvebirin û aktîvkirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî de bû, ku li ser çaremîn konferansa xwe ya niştimanî ye.

Di vê derbarê de her du şandan bi giyaneke berpirsiyariyeke bilind komek bîr û pêşniyarên xwe pevguherandin û tekezî li ser giringî û rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî wek çarçoveyeke diyarker ji bo pirojeya niştimanî kirin û hewla pêşxistina wê û yekxistina karê sazî û dezgehî di wê de dan.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser giringiya van hevdîtinan û beşdariya di standina biryarên ku berjewendî û daxwazên gelê Kurd diyar dikin, kirin

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.