المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera şehîdbûna hejmarek ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj …

0 60

Îro “12” Mijdara “2021” an, salvegera şehîdbûna hejmarek ji pêşmergeyên  Qehreman , ku di roja 12/11/2016 û 2015 an, li Herêma kurdistanê canê xwe ji dest dan û xwîna xwe kirine qorbanî ji bo rûmet û parastina sînorê xaka pîroz a kurdistanê.

 

Û herwiha navê wan pakrewanan ev in :

_Pakrewan : Kamîran Selaheldîn Hiso ” li Bendava Mûsilê  Şehîd bû”

_Pakrewan : Mulazim, Etûf Tahir

_Pakrewan : Sîpan Yûsif Sîno

” Bendava Mûsilê ”

_Pakrewan : Mulazim, Mewlûd Riyad Yûsif

” Bendava Mûsilê ”

_Pakrewan : Şêrzad Mihemed Masûm

_Pakrewan : Ehmed Bozan Ibrahîm.

 

Û herwiha tê zanîn ku Hêzên pêşmergeyên kurdistana Sûriyê ku bi navê bi ( Leşkerê Roj) , tê naskirin, ku di roja 12/3/2012 an, bi biryarekê ji serok, “Masûd Berzanî,” hatin damezirandin û herwiha bi pêşengetiya pêşmergeyên zêrevan perwerde dibin, û êdî Leşkerê Roj bûn yek ji wan leşkerên serkeftî û beşdarî ceng û şer bûn li dijî rêxistinên Terorîst li Herêma Kurdistanê û herwiha berevaniyê li ber xaka kurdistanê de dike de ku destkeftên zêde bi dest bixe,

Û hîn ev li hêviya biryareke Siyasî ne ji bo vegerin Kurdistana Sûriya û devera xwe biparêzin .

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.